Encama civîna sê alî ya li Bexdayê

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê got, metirsiya li Sûriyê, ewlehiya Şamê tenê na, lê belê ewlehiya welatên herêmê jî dixe metirsiyê. Hempîşeyê wî yê Iraqî jî diyar kir ku ewlehiya Sûriyê girêdayî ewlehiya herêmê. Her wiha wezîrê karên derve yê Îranê anî ziman ku hikumeta wî piştgiriyê dide hewldanên li dijî "komên terorîstî".

Encama civîna sê alî ya li Bexdayê
6 kanûn, 2024   22:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê  hikumeta Şamê Besam Sebax, wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Êraqçî û wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên ji bo guftugokirina geşedanên vê dawiyê yên li Sûriyeyê îro li Bexdayê civiyan. Her sê wezîran civîneke çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê di civînê de got, metirsiya li Sûriyê, ewlehiya Şamê tenê na, lê belê ewlehiya welatên herêmê jî dixe metirsiyê. Sebax anî ziman ku destwerdanên navneteweyî û herêmî yên li xaka Sûriyeyê aşkera bûne.

Sebax diyar kir ku şerê vê dawiyê yê li Sûriyeyê bû sedema koçberiyeke mezin û wiha domand: "Hêzên Sûriyeyê mîsyona xwe ya bersivdayîna êrişên terorîst bi cih tînin. Artêş ji bo jinûve bicihbûn û belavbûnê neçar ma tektîkên nû pêk bîne."

Besam Sebax anî ziman ku hikumeta Şamê li dijî terorê banga seferberiyê kiriye û got li dijî "terorê" piştevaniyeke zelal ji bo hikumeta wî heye.

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên jî destnîşan kir ku ewlehiya Sûriyeyê girêdayî ewlehiya herêmê û got, Bexda dê sînor û erdê xwe ji terorê biparêze.

Fûad Hisên xwest Komkara Erebî bi mijara Sûriyeyê civîneke awarte li dar bixe.

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Êraqcî got, hikumeta wî piştgiriyê hewldanê li dijî komên terorîst dike. Her wiha anî ziman eger rewş ji kontrolê derkeve dibe ku bûyerên li Sûriyeyê rû didin Iraq, Urdin û Tirkiyeyê jî bide ber xwe.

Piştî axaftinan encamnameya civînê hat aşkerekirin.

Di encamnameyê de hatiye gotin, "Di civînê de astengiyên li pêşiya herêmê bi giştî û geşedanên ewlehiyê yên dawîn ên li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Wezîran nêrînên xwe parve vekirin. Di nêrînan de bal hat kişandin ser xetereya bûyerên li Sûriyeyê û hestiyariyê wê ji bo tevahî aliyên herêmê. Îhtîmalên berfirehbûna metirsiya van bûyerên li ser her sê weletan û gefan li ewlehiya gelên wê û tevahiya herêmê bixwe."

Di encnameyê de "tevahî cûreyên terorê" hatin şermezarkirin û teqezî li ser xebata hevbeş a li dijî wê hate kirin.

Li gorî encamnameyê "Ji bo şopandina van geşedanan û amadekariyên ji her geşedaneke ku di rojên pêş de derkevin, lihevkirin li ser domandina şêwir û hemahengiya di navbera hersê weletan de çêbû. Her wiha teqezî li ser rêzgirtina li serdestiya Sûriye, xweseriya wê û yekitî û silametiya erdê wê hate kirin."

Her wiha hate gotin "Wezîran teqezî li ser vê yekê kirin; xetereya li ser ewlehiya Sûriyeyê, di heman demê de li ser ewlehiya tevahî herêmê ye. Ji bo dûrxistina van xetereyan jî ji bilî hemahengî, tevkarî û şêwirên dîplomatîk ên domdar tu vebijêk nîn in. Bi armanca dîtina çareseriyên aştiyane ji astengiyên li pêşberî herêmê bi gelemperî û Sûriyeyê bi taybetî, teqezî li ser girîngiya pêşxistina tevahî hewldanên erebî, herêmî û navneteweyî hate kirin."

(bb)