Dagirkeran topan li gundên Minbicê dibarînin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Minbicê yên li eniyên bakur û rojavayê wê topbaran dikin.

Dagirkeran topan li gundên Minbicê dibarînin
6 kanûn, 2024   22:09
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrişî gundên bakur û rojavayê kantona Minbicê dikin.

Gundê Kawklî bi 37 guleyan, El Seyada bi 2 guleyên obûs, Ewn El Dadat bi 6 guleyan, El Hesen bi guleyekê, El Hoşeriye bi 2 guleyan û El Cat jî bi 8 guleyên hawan û obîsan topbaran kirin.

Gundên Ebû Kehf, Muqbla, Ebû Mendil El Tayha û Um Temax jî bi 40 guleyê hawanê hatin topbarankirin.

Topbarana li ser van gundan didome.

Hemwextî topbaranê, liv û tevgera balafirên bê mirov li ser herêmê hene.

(bb)