Ji Heleb û Hemayê 7 hezar koçber hatin herêmên Rêveberiya Xweser

Ji ber gurbûna şer û pevçûnan, 7 hezar welatî ji Heleb û Hemayê koçberî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Ji Heleb û Hemayê 7 hezar koçber hatin herêmên Rêveberiya Xweser
6 kanûn, 2024   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsên pêşwazîkirina koçberan ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 7 hezar welatiyên ji bajarên Heleb û Hemayê û gundewarê Idlibê ji ber  şer gihîştine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Ji bo bicihkirina wan, Rêveberiya Xweser agahiyên koçberan girtin û di wargehên demkî yên taybet de bi cih kirin.

Heta niha zêdetirî 100 hezar koçber ji kantona Efrîn-Şehbayê gihîştine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, agahiyên wan hatine girtin û di wargehên taybet de hatine bicihkirin.

Di çarçoveya xwedîderketina li koçberan de, hemû beşên civakê yên eşîr, qebîle, sazî û ciwanan li kêleka Rêveberiya Xweser hewldanên peydakirina pêdiviyên koçberan û komkirina alîkariyan dest pê kirin.

(mh/bb)

ANHA