Emîne Omer: Di kongreya 4′an de dê guhertin di sazûmaniya MSD′ê de pêk werin

Emîne Omer diyar kir ku di kongreya 4′an a MSD′ê de dê guhertin di sazûmaniya meclisê de çêbibin  ku karibe bibe pêngaveke xurttir di qada siyasî û diplomatîk de. Her wiha destnîşan kir ku dê girîngeiyeke mezin bidin dîplomasiya civakî.

Emîne Omer: Di kongreya 4′an de dê guhertin di sazûmaniya MSD′ê de pêk werin
19 kanûn, 2023   03:36
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR – CÎHAN BÎLGÎN

Sibe (20′ê Kanûnê) dê Kongreya 4′an a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) were lidarxistin. Hevseroka MSD′ê Emîne Omer di hevpeyvînekê li gel ajansa me de pêvajoyên ku meclis tê re derbas bûn, biryarên kongreya sêyemîn ên hatin pêkanîn, her wiha bernameya di kongreya 4′an a meclisê nirxand.

Hevpeyvîn wiha ye:

Gavên siyasî û diplomatic ên ku we avêtine, dan û stadninên wê yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê gihaştin çi astê? Gelo têkiliyên we bi dewletên din re hene?

Bi rastî MSD′ê ji bo lidarxistina kongreya xwe ya 4′an dereng ma. 5 sal di ser kongreya 3′emîn re derbas bûn. Helbet sedemên vê derengbûnê hene. Ji wan sedeman êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî di sala 2019′an, dîsa jî belavbûna koronayê ku demeke dirêj dewam kir. MSD di van salan de gelek kar û çalakî pêk anîn. Ya herî girîng diyalogên nîştimanî y, diyalogên sûriyeyî-sûriyeyî, li hundirên Sûriyeyê û li Ewropayê gelek hevdîtin û diyalog hatin kirin ku heta niha berdewam dike.

Ev diyalog bi beşdarbûna gelek kesayet, hêz û partiyên siyasî yên demokratîk pêk hatin. Armanc yekkirina sûriyeyan e da ku ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya guncaw ji aloziya Sûriyeyê re li hev bikin, ji ber ku aloziya Sûriyeyê bûye dosyayek di destê hêzên herêmî yên dixwazin temenê aloziyê dirêj bikin.

Di hevdîtin û diyalogan de ku me li hundir û derve bi hêzên siyasî, kesaysetên serbest ên demokratîk pêk anîn, me gelekî li ser siberoja Sûriyeyê û aloziya ji ber rewşa aborî ya xirab a li Sûriyeyê nîqaş kir, nemaze ku gelê Sûriyeyê ji bo nebûna çareseriyê ji vê aloziyê re gelekî êş kişandiye.

Di encama van hevdîtinan de rihetiyek ji hêla alî, hêz û kesayetan ve çêbûn ku bi lez muxalefetea demokratîk a Sûriyeyê ya li derve bighîne hev.

Belê aliyên navneteweyî hebûn jî hebûn ku me nîqaş bi wan re kir. Hevîdtin hîna berdewam dike. Hevdîtina herî dawîn li Stokhomê bû, di serî de DYA′yê,  piştevaniyeke rasteqîn ji aliyê dewletên rojava (Fransa, Siwêd û Brîtanyayê) ve hebû.

Hevdîtinên ku vê dawiyê pêk hatin, diviyabû ku bi lidarxistina kongreya hêz û kesayetên serbixwe bi encam bûba, lê ji ber mercên ku herêmê tê re derbas bûn û ji ber mercên navneteweyî kongre di dema xwe ya guncaw de pêk nehat.

Gelo di navbera we û hikumeta Şamê de peywendî hene?

Tu diyalog di navbera MSD û desthilata Şamê de çênebûn. Hevdîtinên ku pêk hatin jê bê encam bûn ji ber ku ne cidî bûn.

Asta lihevkirina we û hêzên din ên siyasî çi ye?

Di salên dawîn de hinek lihevkirin di navbera MSD û aliyên din ên siyasî de çêbûn. Lihevkirina di navbera aliyên siyasî de helbet wê wateyê dide ku bername yan jî xebatên aliyên din tê qebûlkirin. MAS`ê wek çarçoveyeke siyasî ya nîştimî û sûriyeyî, xwedî bernameyeke diyar bû ku Sûriyeyeke pirreng û nenavendî ava bibe. Em bi çareseriya siyasî, diyaloga nîştimanî re ne. Lihevkirin bi hin hêzên mîna Partiya Vîna Gel, Heyet Tensîq El Wataniye ya Hêzên Guhertina Demokratîk re hebûn. Belgehên wê lihevkirinê, niyeta aliyên sûriyeyî ku bigihêjin çareseriyekê rave dikin.

5 sal li ser dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re derbas bû, beriya wê jî herêmên din ên Sûriyeyê hatin dagirkirin. Rojane sûc li wan herêman tên kirin. Gelo ji bo vegerandina wan herêman, gavên siyasî û dîplomasî ku MSD`ê davêje çi ne?

herêmên dagirkirî, ji xebatên siyasî û dîplomasî yên pêşîn ên MSD`ê ne. Her tim ev dosya li ser maya nîqaşên me bi tevahî aliyan re ye. Em di vî alî de zextê dikin ji bo ku çareseriyeke bingehîn ji wan herêman re bê dîtin. Ku fişarê li aliyê Tirk were kirin ji bo ku ji Sûriyeyê vekişe, vegera ewle ji koçberên wan herêman re peyda bibe ku ji ber sûcên dewelta Tirk a dagirker û çeteyên wê, jê koçber bûn.

MSD`ê di kongreya xwe ya 4`an de, çi dixwaze bi dest bixe, gelo wê guhertin hebin lê na, planên wê çi ne?

Min bi bîr xist ku li ser asta navneteweyî, herêmî û navxweyî guhertin rû didin. MSD`ê wek hevalbendiyeke siyasî, dibîne ku pêwîst e sazûmaniya xwe biguhere. Erê wê guhertin di sazûmaniya meclisê de çêbibe û dê derî li pêşiya partiyên din were vekirin ji bo ku tevlêbûn firehtir bibe.

Ev sazûmaniya nû, dê destpêkeke nû ya bi hêztir be, dê rê li pêşiya pêşxistina xebatên siyasî û dîplomasî bi dewletên ereb û derve û Ewropayê re veke. Bi rêya sazûmaniya nû, em ê ji vê bêtir girîngiyê bidin aliyê mirovî, koçberan û penaberan û girtiyan.

Kongre 20`ê Kanûnê li dar dikeve, wê kî tev lê bibe û mijarên dê werin nîqaşkirin çi ne?

4`emîn Kongreya MSD`ê dê 20`ê Kanûnê li dar keve. Civîn, gelek girîng e ji ber ku herêm di pêvajoyeke gelek hesas re derbas dibe.

Li ser asta Sûriyeyê, ev kongre bûyereke mezin e, ji berk u wê gelek partî û hêzên siyasî ji herêmên Sûriyeyê tev lê bibin.

Wê rewşa Sûriyeyê di pêvajoya borî de, sedemên derengmayîna çareseriyê, kûrbûna aloziyê, aliyên ku hewl didin temenê wê dirêj bikin, çima pêvajoya siyasî hate paşguhkirin, çima ji bo çareseriyê însiyatîf tune ne, werin nîqaşkirin û nirxandin ji bo ku di encamê de bigihêjin nêrînekê ku çareseriyê bibînin.

Wê zêdetirî 300 kesayet ji herêmê û derve tev li kongreyê bibin. Lê deriyên sînor pirsgirêk in, ji ber wê, dê gelek kesayet bi rêya Zoomê tev li kongreyê bibin.

Çaverê bû ku MSD`ê kongreya xwe ya 4`an sala 2020`an li dar xistiba, lê dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî sala 2019`an ji aliyê dewleta Tirk ve, nehişt ev kongre li dar keve.

(bb-şx)

ANHA