‘Mazot biha ye, em nikarin debara jiyana xwe bikin’

Xelkê bajarê Hesekê got mazot gelekî biha ye û ji hemû aliyan ve bandor li jiyana wan kiriye.

20 îlon, 2026   03:40
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê der barê pirsgirêka aborî de ji ANHA`yê re axivîn û ji aliyên têkildar daxwaz kir ku li biryarên xwe vegerin. 

Abdullah El Xalid got pirsgirêkên wan hene û ji aliyên têkildar tê xwestin ku van pirsgirêkan çareser bikin. Her wiha ew ji ber bihabûna madeyên sereke yên jiyanê û sotemeniyê zehmetî dibînin û got divê berpirsyar van pirsgirêkan çareser bikin û barê welatiyan sivik bikin, neçin biryarên tada digihîne welatiyan, bigirin.

El Xalid daxwaz kir ku li wan guhdar bikin û pirsgirêkên wan ên mîna bêkariyê, xizanî û bihabûnê çareser bikin.

Di dawiyê de El Xalid metirsiyên xwe anî ziman û got heke ev pirsgirêkên xizmetguzariyê neyên çareserkirin, dê bibe sedema pirsgirêkên civakî û ewlehiyê derkevin, dizî çêbe û ziyan bigihîje welatiyan.

Mihemed Emîn jî got bihabûna sotemeniyê neyînî bandor li jiyana wan kiriye, her çiqasî biha bibe ew qasî bandorê li bihabûna madeyên xwarinê û veguhastinê dike.

Emîn di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku karker rojane tenê 40 hezar lîreyê Sûrî werdigire û têrê nake ku nan ji malbata xwe re bigirin. Her wiha malbat hene ji ber xizanin û nikarin pêdiviyên zarokên xwe yê dibistanê pêkbînin, ji ber vê yekê zarokên xwe ji dibistanê derxistine.

Elî Ziyab got li herêma wan petrol heye lê çima sotemenî biha dibe û ew nikarin debara jiyana xwe bikin.

Diyai …… diyar kir ku bihabûna sotemeniyê ji hemû aliyan ve bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kiriye, kirêya çûyîn û hatina şêniyan û bi taybet a xwendekaran, zehmet bûye. Di dawiyê de ji aliyên têkildar daxwaz kir ku barê welatiyan sivik bikin da ku bikarin debara jiyana xwe bikin.

(np)

ANHA