Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist

Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan û Xizmetguzariya Giştî ya kantona Dêrazorê li herêma 7 Kîlo civîna xwe ya salane li dar xist.

Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
18 kanûn, 2023   18:41
DÊRAZOR

Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan û Xizmetguzariya Giştî ya kantona Dêrazorê bi beşdariya endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Desteya Şaredariyan û Xizmeguzariyê ya Dêrazorê, Yekitiya Jinên Ciwan, Komîteya Jinan a Dêrazorê û saziyên sivîl a kantonê, civîna xwe ya salne li dar xist. 

Destpêka civînê, hevseroka Desteya Xizmetguzariyê Hîba El Zari axivî û behsa rewşa siyasî ya jinan û geşedanên dawîn li Dêrazorê kir.

Dûre behsa rewşa rêxistinê ya nivîsgehê û astengî û zehmetiyên li pêşiya endamên nivîsgehê derketine kir. Hîba îşaret pê kir ku nîvisgehê 2 proje ji bo peydakirina ava vexwarinê ji malbatên xizan re pêk aniye û şitilgehek vekiriye.

Piştî wê, sînefizyonek têkildarî kar û xebatên 2023`yan hate pêşandan. Di civînê de, beşdaran nêrînên xwe girêdayî astengî û zehmetiyên li pêşiya wan derdikevin, parve kirin.

Dawiya civînê, gelek pêşniyar hatin kirin jê: vekirina sindoqa hevgirtinê, xurtkirina jinan di aliyê siyasî û rêveberî de, çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya endaman derdikevin, lidarxistina civîna mehane ya şaredariyan, vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo her şaredareyekê.

(şx)

ANHA