ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-09-2026
20 îlon, 2026   02:00

Rûspiyên herêma Cizîrê diyar kir ku ji bo parastina zimanê dayikê pêdivî bi planeke perwerdehiyê ya giştî heye û banga fermîkirina zimanê kurdî di destûrê de kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Xelkê bajarê Hesekê got mazot gelekî biha ye û ji hemû aliyan ve bandor li jiyana wan kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xwendekarên ji gundewarên Amûdê diyar kir ku wan bi salane zimanê kurdî xwendine, perwerdeya bi erebî dê ji bo wan zehemt be. Xwendekaran gotin, perwerdeya bi zimanê dayikê mafê wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Kampa Roj da zanîn ku li Kampa Roj pirsgirêkên ewlehiyê hene û malbatên li kampê dimînin hewl didin xwe bi rêxistin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şerê Amerîka-Îranê ku tengavên Hurmuzê, Bab El Mendeb daye ber xwe bandorê li Iraq û welatên kendavê jî kiriye. Li aliyekî din jî li Ewropayê rastgirên tundraw bûne li pêş in û Lubnan bi guhertinên girêdayî siberoja çekên Hizbullahê  û rola dewletê ve rû bi rû ye.

Bi boneya salvegera damezrandina PYD‘ê çalakî tên lidarxistin, li Qamişloyê saet 11.00‘an, li Dêrikê saet 18.00‘an, li xwaringeha El Xeyme ya Til Temirê saet 17.00‘an, li hola Serdem a bajarê Hesekê saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)