El Hasbanî: Li Sûriyeyê alozî kûr dibin, çareseriyeke berfireh hewce ye

Serokê Komîteya Siyasî ya Desteya Giştî ya Tevgera Suweydayê Salih Ebid Hasbanî diyar kir ku Sûriye di nava krîzeke siyasî, aborî û civakî de ye û saziyên neteweyî xirab dibin. Her wiha da zanîn ku her çareseriyek ji bo destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya aram hewceyî ji nû ve avakirinê û garantiyên rastîn e.

El Hasbanî: Li Sûriyeyê alozî kûr dibin, çareseriyeke berfireh hewce ye
7 gulan, 2026   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzer û serokê Komîteya Siyasî ya Desteya Giştî ya Tevgera Suweydayê Salih Ebid Hasbanî diyar kir ku Sûriye di krîzeke aloz re derbas dibe ku aliyên wê yên siyasî, aborî û civakî hene û bal kişand ser zêdebûna binpêkirin û aloziyan li çend herêman.

Di hevpeyvîna li gel ajansa me de, El Hasbanî diyar kir ku "rewşa heyî astengiyeke berfireh nîşan dide ku ev yek ji ber kombûna krîzan û kêmbûna saziyên dewletê çêdibe" û destnîşan kir ku rewşa aborî pir xerab e û ev xerabûn bi kêmbûna asta jiyanê û zêdebûna rêjeyên hejariyê xuya dike.

El Hasbanî diyar kir ku saziyên dadwerî di bin şert û mercên ewlehiyê yên tevlihev de ku bandor li ser serxwebûna wan û hêza wan a bicihanîna qanûnê kiriye, di pêkanîna rola xwe de felc bûne.

Der barê çareseriya siyasî de El Hasbanî got: "Her çareseriyeke siberojê ji bo hewce dike ku hawîrdorek aram e û saziyên ewlehî û dadwerî ji nû ve werin asazkirin", her wiha diyar kir ku berdewamiya rewşa heyî rê li ber gihaştina çareseriyên domdar digire.

El Hasbanî her wiha mijara diyaloga neteweyî anî ziman û diyar kir ku serkeftina her pêvajoyeke siyasî hawîrdorek lihevkirî û garantiyên rastîn, li gel mekanîzmayên çavdêriyê û beşdariya berfireh ji hemû aliyan hewce dike.

Parêzer û serokê Komîteya Siyasî ya Desteya Giştî ya Tevgera Suweydayê Salih Ebid El Hasbanî di dawiyê de diyar kir ku nebûna garantiyên rastîn aloziya siyasî kûrtir dike, û destnîşan kir ku her çareseriyek siberojê tedbîrên bingehîn hewce dike da ku baweriya di navbera dewlet û civakê de ji nû ve were avakirin.

ANHA