Artêşa Urdunê 9 qaçax girtin û gelek dikên moşekan desteser kirin

Artêşa Urdunê dema bi dehan qaçaxan ji Sûriyeyê derbasî Urdinê dibûn, 9 qaçax girtin û gelek çek û cebilxane, dikên avêtina moşekan û hişbirê desteser kirin.

Artêşa Urdunê 9 qaçax girtin û gelek dikên moşekan desteser kirin
18 kanûn, 2023   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Urdunê bi rêya malpera xwe ya fermi ragihand ku dema bi dehan qaçax ji Sûriyeyê derbasî Urdunê dibûn, parêzvanên sînor bi wan re ketin şer. Di encamê de gelek çek û cebilxane di nav de dikên moşekan, teqemenî û mayîn hene, desteser kirin. Her wiha erebeyeke bi teqemeniyê dagirtî, ku ji Sûriyeyê dihat ruxand, miqdarên mezin ên hişbirê desteser kirin.

Li gor malpera fermi ya artêşê, di hefteyekê de ev cara 7`an e ku artêşa Urdunê hewldana qaçaxan têk dibe.

(şx)