Helwesta qada siyasî: Divê Sûriyeyê demokratîk be û mafên hemû pêkhateyan werin mîsogerkirin 

Sekreterê Partiya Roj a Demokrat a Kurd Kovan Keno û Berpirsê Komîteya Partiyên Siyasî li Rojava Ebdulîlah Erebo diyar kirin ku daxwaza wan Sûriyeyeke nenavendî û pirrengî ye û mafên hemû pêkhateyan di destûrê de werin mîsogerkirin û gotin “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiyê bidomînin.”

Helwesta qada siyasî: Divê Sûriyeyê demokratîk be û mafên hemû pêkhateyan werin mîsogerkirin 
20 gulan, 2026   09:12
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî helwesta partî û tevgerên Kurdî li hember xebatên avakirina komîteyên hilbijartina ji bo Meclisa Gel a Sûriyeyê (parlamento) Sekreterê Partiya Roj a Demokrat a Kurd Kovan Keno û Berpirsê Komîteya Partiyên Siyasî li Rojava Ebdulîlah Erebo ji ajansa me re axivîn.

Kovan Keno bi bîr xist ku gelên Sûriyeyê di pêvajoya aloziya Sûriyeyê de gelek bedel daye da ku karibin mafên xwe di destûra nû ya Sûriyeyê de bi dest bixin û got: "Gelê Kurd herî zêde bedel dan. Piştî hilweşîna rejîma Baasê gelê Kurd û tevahî pêkhateyên Sûriyeyê xwestin û dixwazin di Sûriyeya nû de bi reng û dengê xwe cih bigirin, lê mijara hilbijartanan ku piranî jê tên dûrxistin derdikeve holê, mînaka wê jî ji sedî tenê 2 maf didin Kurdan ku derbasî Meclisa Gel bibin."

Di berdewamiya axaftina xwe de Kovan Keno da zanîn ku ew dixwazin gelê Kurd li gorî rêjeya xwe ya li ser xakê cihê xwe di Meclisa Gel de bigirin û wiha dom kir: “Em dixwazin bi awayeke aştiyane bi hemû nûnerên pêkhateyan re bi hikumeta demkî re destûreke nû çêbikin.”

Kovan Keno destnîşan kir ku ew daxwaza Sûriyeyeke nenavendî û pirrengî dikin û got: "Bila Sûriyeya ku bê avakirin ne tenê girêdayî netewekê, alekê û desthildariyekê be."

Ebdulîlah Erebo jî diyar kir ku gelê Kurd dixwaze temîsla wê di Meclisa Gel a Sûriyeyê û di komîteya destûrî de raseqîn be, lê hikumeta demkî mijara meclisê li ber çavan negirt. Erebo got: "Tişta ku dibe anku tayînkirina ku çêdibe ne raste. Gelê Kurd vî tiştî qebûl nake, lewma wê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiyê bidomîne.”

Ebdulîlah Erebo da zanîn ku pêwîste di komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de nûnertiya Kurdan hebe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê di vê komîteyê jî mafên wan neyên paşguhkirin. Lazim e hemû netewe û civakên li Sûriyeyê; Durzî, Elewî, Kurd, Suryan-Aşûr, Ermen mafên xwe di destûrê de bidestbixin. Daxwaza me ew e ku Sûriyeyeke demokrat were avakirin, her kes tê de rehet bijî."

(bb)

ANHA