Xwendekarên Kobanê piştgiriya xwe ji bo xwendekarên Zanîngeha Rojava nîşan da

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo xwendekarên Zanîngeha Rojava anî ziman û xwestin zimanê kurdî wek zimanekî fermî were pejirandin û mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bê garantîkirin.

Xwendekarên Kobanê piştgiriya xwe ji bo xwendekarên Zanîngeha Rojava nîşan da
16 mijdar, 2026   14:11
KOBANÊ

Îro şandeyeke hikumeta veguhêz bi rêveberiya Zanîngeha Rojava re civiya û li ser entegrekirina zanîngehê bi zanîngehên Sûriyeyê re gotûbêj kir. Piştî civînê xwendekaran rê li ber şandeyê girt û nehişt ji zanîngehê derkeve û daxwazên xwe anîn ziman.

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo xwendekarên Zanîngeha Rojava anî ziman.

Di daxuyaniya xwendekarên Zanîngeha Kobanê de hate gotin: "Em wek xwendekarên Zanîngeha Kobanê, bi fikar li bûyerên ku li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê çêbûne dinêrin. Di encama hewlên têxistina Komîteya Hevgirtinê û nerazîbûna hin xwendekaran, pevçûn di navbera Asayîşa Giştî û xwendekaran de çêbûye û gelek xwendekar birîndar bûne.

Em tekez dikin ku biryarên der barê pêşeroj û rewşa xwendekaran de divê ji aliyê xwendekaran ve bên dayîn, ne ji aliyê komîteyan ve.

Zanîngeh cihê zanist, diyalog û azadiya fikirê ye, ne cihê tundûtûjiyê û ferzkirina biryaran bi zorê. Em tundûtûjiya li dijî xwendekaran û bikaranîna zorê li dijî wan bi awayekî eşkere şermezar dikin.

Em piştgiriya xwendekarên birîndar dikin û bang li hemû aliyan dikin ku îradeya xwendekaran û mafên wan bên rêzgirtin û deriyê diyaloga rastîn bê vekirin, bêyî zext û zorê.

Biryar ji xwendekaran re ye, ne ji komîteyan re. Îradeya xwendekaran li ser her biryara ferzkirî ye.

Em wek xwendekarên Zanîngeha Kobanê, piştgiriya xwe ji Zanîngeha Rojava re diyar dikin û em li gel xwendekarên wê zanîngehê radiwestin.

Em israr dikin ku zimanê kurdî di biryarên hikumeta nû ya Sûriyeyê de wek zimanekî fermî were pejirandin û mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bê garantîkirin.

Zimanê kurdî mafê me ye, ne daxwazek tenê ye.”

(k)

ANHA