Malbatên şehîdan piştgiriya xwe ji bo xwendekarên Zanîngeha Rojava nîşan da

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê piştgiriya xwe ji xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava re nîşan da û entgreya ku gefê li nasnameya zanîngehê, serxwebûn û destkeftiyên wê dixwe, red kir.

Malbatên şehîdan piştgiriya xwe ji bo xwendekarên Zanîngeha Rojava nîşan da
17 mijdar, 2026   11:47
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê têkildarî bûyerên ku duh (16 Mijdar) li Zanîngeha Rojava rû dan û xwendekar rastî êrişan hatin, li ber avahiya zanîngehê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna nûnerên malbatên şehîdan, xwendekar û mamosteyên zanîngehê, bi zimanê erebî ji hêla endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Şêrzad Remo û bi zimanê kurdî ji aliyê mamoste Rojîn Mihemed Mûsa ve hat xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Bi dilsoziya ji bo xwîna şehîdên me yên qehreman ên ku bi xwîna xwe rêya azadî û rûmetê ji me re ronî kirin û li ser bingeha berpirsyariya me ya dîrokî û exlaqî ya li hember nifşên me û pêşeroja wan, em wek Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê bi hêrs û şermezariyeke mezin binpêkirin û êrişên aşkera yên li dijî keç û kurên me yên xwendekar ên li Zanîngeha Rojava dişopînin, ku rûmeta wan û mafê wan ê rewa yê xwendina li ser axa wan dikin armanc.

Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan, di dema ku em hemû şêweyên armancgirtin û êrişên li dijî xwendekarên xwe yên hêja bi tundî şermezar dikin, ji her kesî re tekez dikin ku Zanîngeha Rojava ne tenê saziyekî akademîk a asayî ye, lê belê berhema şoreşa me û encama rasterast a bi hezaran şehîdan e ku canê xwe feda kirin da ku nifşê pêşerojê li ser axa xwe û bi zimanê xwe yê dayikê di nava azadî, zanist û zanînê de bijî. Ji ber vê yekê, parastina vê zanîngehê û misogerkirina xweserî û destkeftiyên wê erkeḳe exlaqî û niştimanî ya pîroz e li ser milê me li hember şehîdan û malbatên wan.

Li ser bingeha berpirsiyariya xwe ya dîrokî û exlaqî, em helwêsta xwe ya zelal û eşkere radigihînin: Em tekez dikin ku em ê bibin piştgir û alîkarên sereke yên Zanîngeha Rojava, rêveberî, mamoste û xwendekaran û em ê di parastina hebûn û berdewamiya wê de bi hemû rêyên rewa dudil nebin.

Em tekez dikin ku divê hikûmeta Sûriyê Zanîngeha Rojava wekî ku heye nas bike, bêyî ku destwerdan di tu beşekî wê de bê kirin, û nasnameya wê ya kurdî ya ku em pê serbilind in û wekî saziyeke zanistî ya ku çanda me nîşan dide pê serfiraz in, biparêze.

Em her şêweyekî entegrasyon yan lihevkirina ku Zanîngeha Rojava rastî hilweşîn, paşguhkirin yan bidawîkirinê bîne, yan jî nasname û destkeftiyên wê yên ku bi saya şehîdan pêk hatine winda bike, bi tundî red dikin.

Em tekez dikin ku ji mafên herî sade yên keç û kurên me ye ku xwendina xwe ya zanîngehê li bajarê xwe û di nav malbatên xwe de bidomînin, û hemû beş û pisporiyên zanistî ku ew hîvî dikin ji wan re bên peydakirin; nemaze di bin van şert û mercên dijwar ên jiyanê û aborî de ku ji bo piraniya malbatan ne pêkan e barê şandina zarokên xwe ji bo xwendina li parêzgehên din hilgirin.

Em bang li civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirov û akademîk ên cîhanî û aliyên peywendîdar ên parastina perwerdeyê dikin ku li gorî berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û yasayî tevbigerin, piştgiriya bidin Zanîngeha Rojava û xwendekarên wê ji her binpêkirin û zextên ku pêşeroja wan a akademîk dikin armanc biparêzin.

Di dawiyê de, em soza xwe ji bo şehîdên xwe nû dikin ku em ê ji xwîna wan re dilsoz bimînin, destkeftiyên şoreşê biparêzin û mafê zarokên xwe yê ji bo pêşerojeke kêjayî fedakariya wan be biparêzin.”

(sb)

ANHA