Mazot hat belavkirin lê şênî nikarin bikirin

Şaredariya Til Temirê dest bi belavkirina mazota germkirinê kir lê şênî ji ber buhayên bilind nikarin bikirin.

Mazot hat belavkirin lê şênî nikarin bikirin
Mazot hat belavkirin lê şênî nikarin bikirin
Mazot hat belavkirin lê şênî nikarin bikirin
Mazot hat belavkirin lê şênî nikarin bikirin
Mazot hat belavkirin lê şênî nikarin bikirin
Mazot hat belavkirin lê şênî nikarin bikirin
Mazot hat belavkirin lê şênî nikarin bikirin
Mazot hat belavkirin lê şênî nikarin bikirin
16 mijdar, 2026   14:33
HESEKÊ

Şaredariya Til Temirê bi hevkariya komîteyên sotemeniyê û meclisên herêmî, îro dest bi belavkirina mazota germkirinê kir ku lîtreya wê bi 115 lîreyî ye.

Pêvajoya belavkirinê li taxa başûr a bajêr, bi taybetî li Komîna Şehîd Îbrahîm dest pê kir.

Hevseroka komînê û yek ji çavdêrên belavkirinê Ayşe Elî Bediraxan destnîşan kir ku hejmareke kêm a şêniyan karî mazotê bikirin. Ayşeyê diyar kir ku buhayê bilind ê mazota germkirinê û şert û mercên jiyanê yên dijwar bûne sedem ku gelek şênî îsal nekarin mazotê bikirin.

Ayşeyê da zanîn ku sala borî 400 malbatan mazot kirî, lê îsal tenê nêzî sed malbatan xwestiye mazotê bikirin.

Şêniyê bi navê Ehmed Abdula Ebûş got ew ji ber buhayê bilind nikare mazotê bikire, tevî ku di zivistanê de ji bo germkirinê pêdivî bi mazotê heye. Ebûş bang li rayedarên pêwendîdar kir ku şert û mercên jiyana şêniyên herêmê li ber çavan bigirin û li ser kêmkirina buhayê mazotê bixebitin.

(k)

ANHA