Elî Zeydî ji bo avakirina hikûmeta nû hat erkdarkirin

Piştî ku Elî Zeydî ji aliyê Çarçoveya Hemahengî ve weke namzetê serokwezîrtiyê hate nîşandan û şûnde, Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî ew ji bo hikûmeta nû ava bike erkdar kir.

Elî Zeydî ji bo avakirina hikûmeta nû hat erkdarkirin
27 nîsan, 2026   22:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Elî Zeydî ji bo avakirina hikûmetê hate erkdarkirin, divê di nava 30 rojan de kabîneya xwe diyar bike û hikûmetê ava bike.

Îşev Çarçoveya Hemahengî li hev kom bû û Elî Zeydî weke namzetê xwe pêşkêşî Serokkomariyê kir. Piştre Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî Elî Zeydî ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir.

Li gorî madeya 76’an a Destûra Iraqê divê Elî Zeydî di nava 30 rojan de ji bo avakirina hikûmeta nû kabîneya xwe ava bike û pêşkêşî Parlamentoyê bike.

Li gorî madeya 3 û 5 eger di dema hatî diyarkirin de Elî Zeydî nekarî hikûmetê ava bike, Serokkomarê Iraqê dikare yek din ji bo erka avakirina hikûmetê destnîşan bike.