Friedrich Merz: Îranî ji texmînên me bihêztir in

Şêwirmendê Almanya Friedrich Merz diyar kir ku Îranî ji ya ku dihat texmînkirin bi zanebûn û hêztir danûstandinan dikin. Merz rexne li stratejiya şer a DYAˊyê kir û bal kişand ser bandora neyînî ya şer li ser aboriya Almanyayê.

Friedrich Merz: Îranî ji texmînên me bihêztir in
27 nîsan, 2026   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Almanya Friedrich Merz aşkera kir ku Îranî di danûstandinên bi Dewletên Yekbûyî Amerîkayê (DYA) re "bi awayekî zelal û jêhatî danûstandinan dikin" ew "ji ya ku me texmîn dikir bihêztir in" û banga bidawîanîna şer kir, ji ber ku şer bandorek rasterast li ser aboriya Almanyaye kiriye.

Merz li bajarê Marsburgê bi xwendekaran re axivî û got "stratejiya DYAˊyê ji bo derketina ji şerê bi Îranê re ne diyar e" û amaje bi pirsgirêkên aborî yên ji ber şer kir, bi taybet ên ji ber girtina Tengava Hurmuzê.

Şêwirmendê Almanya Merz diyar kir ku serokatiya Îranê niha dixebite ku DYA di aloziya berdewam de "rûreş bike" û destnîşan kir ku rêveberiya Donald Trump "bi awayekî zelal, bêyî tu stratejiyekê kete nav vî şerî" ku ev yek bidawîanîna aloziyê hîn dijwartir dike.

Li gorî Deutsche Welle, Merz pirsiyar kir ku ka DYAˊyê hewl dide kîjanî cureyî bi kar bîne ku ji vî şerî derkeve.

Di serdaneke dibistanekê li Marsburgê ku bajarekî li herêma wî ya jidayikbûnê Sauerlandê ye got, "aşkera ye ku Îranî ji ya ku tê hêvîkirin bihêztir in û li gel Amerîkayiyan stratejiyek pêbawer di danûstandinan de nîn e."

Merz di nava axaftina xwe de anî ziman ku, "Pirsgirêka vê cureyê aloziyê her tim ew e ku ne tenê têketin têrê dike, divê tu zanibî çawa derkevî jî. Me ev yek di nav 20 salan de li Afganistanê bi awayekî pir bi êş dît. Me li Iraqê jî dît."

Merz da zanîn ku "Niha, ez tu vebijarkek derketinê ya stratejîk nabînim ku Amerîkayî hilbijêrin, nemaze ji ber ku Îranî pir jêhatî danûstandinan dikin."

Şêwirmendê Almanya rexne li rejîma Îranê jî kir û got tevahiya neteweyek ji aliyê rêveberiya Îranê ve, bi taybetî ji aliyê kesên ku xwe wekî Artêşa Pasdaran bi nav dikin,  heqaret lê tê kirin.

(ac/fr)

ANHA