ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-04-2026
28 nîsan, 2026   02:00

Jinên ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya azadî û rûmeta wan e û bi gaveke bingehîn ber bi avakirina civakeke demokratîk ve bi nav kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bazarên Şamê rayedar li bazirganan ferz dikin ku bi lîreyê Sûriyeyê malên xwe bifiroşin û dema ceza li wan bibirin, dê ceza bi dolar bidin.

Nivîskar Diyala Elî diyar kir ku di vê pêvajoyê de pêwîst e yekitiya Kurdan xurt bibe û got rewşenbîr dikarin berpirsyariyê rakin û civakê perwerde bikin.

Firoşkarên kolanan ên li Hesekê ji şaredariyê xwest xebatên valakirina kolanan bandorê li karên wan neke, şaredariyê jî soz daye ku deverên alternatîf li bazara giştî û Tik Xiwêranê ji firoşkaran re peyda bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Serokê Navenda El Xelîc a Lêkolînên Îranê diyar kir ku Îran ji bo berfirehkirina vebijêrk û kanalên xwe yên dan û standinê dixebite û destnîşan kir ku gelek astengî hene ku dê pêşketin an têkçûna dan û standinan diyar bikin, di heman demê de rêveberiya Trump ber bi çareseriyeke dawîn ve naçe.

Sînemagerên Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşxistina xebatên sînemayê li hev civiyan. Sînemageran daxwaza avabûna saziyeke sîwanî ji bo tevahî sînemageran kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Serêkaniyê yên koçber, di serdanên kurt ên bajêr de, asta wêranî û talankirina ku bi ser mal û milkên wan de hatiye, belge kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk bi sernavê "Bi hev re ji bo avakirina civakeke demokratîk a hevgirtî" li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê panelekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê li Qada Jina Azad a Amûdê, bi daxwaza berdana zarokên xwe çalakiyekê li dar dixin, 20.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Ciwanan a Partiya El Weten El Sûrî bi sernavê "Ji xewnê heta rastiyê… Ciwan bingeha avakirina Sûriyeya nû ne" atolyayekê li navenda partiyê ya Hesekê organîze dike, 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Fermandariya YPJˊê, li navenda xwe ya Hesekê, peyamên piştevaniyê ji jinên Rojhilata Navîn werdigire, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN