DYA’yê sê tesîsên nûkleerê yên Îranê bombebaran kirin
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku balafirên Amerîkayê li Îranê sê tesîsên nukleerê ku Fordo jî di nav de ye, bombebaran kirin.

Serokê DYA’yê Donald Trump di peyamekê de ku li ser platforma medyaya civakî Truth Social parve kir got, tesîsên nukleerî yên Fordo, Netenz û Îsfahanê hatine bombebarankirin.
Trump diyar kir ku balafirên Amerîkî qada hewayî ya Îranê terikandine û operasyon wekî “êrişek pir serketî” pênase kir.
Trump îdia kir ku tu artêşeke din li cîhanê nikare vê operasyonê pêk bîne û peyama xwe bi gotina “niha demê aştiyê ye” bidawî kir.
Li gorî agahiyên ku malpera nûçeyan a Amerîkî Axios ji rayedarekî Îsraîlî wergirtiye, di êrişê de balafirên bombebaranên dijwar yên B-2 hatine bikaranîn.