Îranê li dijî Îsraîlê dest pê êrişek nû kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji Îranê êrişek nû hatiye destpêkirin û bang li xelkê kir ku têkevin nav stargehan.

Îranê li dijî Îsraîlê dest pê êrişek nû kir
22 hezîran, 2025   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê ku di navbera Îsraîl-Îranê de di 13 Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê destpê kirî, di roja xwe ya 10’an de dewam dike. Piştî ku Emerîkayê danê siharê tesîsên nukleerî yên Îranê bombebaran kir, Îranê dijî Îsraîlê êrişek nû da destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, Îranê êrîşeke nû ya mûşekî daye destpêkirin. Di daxuyaniyê de bang li xelkê hat kirin ku ji ber mûşekên ku ji Îranê tên avêtin, ji stargehan dernekevin û hat gotin ku divê heta agahdariyeke din li deverên parastî bimînin.