‘DYA sûdê ji şerê Rûsya-Ukraynayê werdigire’

Pisporan ketina hêzên Ukraynayê ya nava Rûsyayê wek “provokasyon û metirsiyek li ser rûmeta Rûsyayê” nirxand. Pisporan diyar kir ku DYA sûdê ji şerê Moskov û Kîevê werdigire.

‘DYA sûdê ji şerê Rûsya-Ukraynayê werdigire’
23 tebax, 2024   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Têkildarî geşedanên dawîn ên şerê Rûsya û Ukraynayê, pisporê têkiliyên navneteweyî Hanî Silêman û pisporê Ewropayê Behaa Mehmûd ji ajansa me re axivîn.

Hanî Silêman ketina hêzên Ukraynayê ya nava Rûsyayê wek “provokasyon û metirsiyek li ser rûmeta Rûsyayê û wêneya ku ji dehan salan ve xwe dida der" nirxand û got ketina hêzên Ukraynayê ya nava Rûsyayê li dijî xetên sor û xetên ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê ye ku pergala Rûsyayê bi awayekî mezin hejandiye.

Silêman diyar kir ku ev êriş dê bandorê li xwezaya bersivdayîna Rûsyayê û asta rageşiyê ya bi rêya ketineke zêdetir di nava xaka Ukraynayê bike û wiha domand: "Dê gelek bandorên vê yekê hebin. Sedema vê yekê ew e Rûsya hewl dide wêneya xwe û cihê xwe yê navendî di denegeyên hêzên cîhanî û herêmî de biparêze."

Silêman destnîşan kir ku Ukraynayê bi dehfeke rasterast a ji aliyê hêzên Rojava û DYA’yê ve ev gav avêt û got Ukraynayê bi vê yekê xwest peyama sekna li hemberî hegemonyaya Rûsyayê bide.

ARMANCA DYA Û HÊZÊN ROJAVAYÎ

Hanî Silêman diyar kir ku DYA û hêzên rojavayî ji dehfandina Ukraynayê ya ketina nava xaka Rûsya dixwazin van armancan pêk bînin "Pêşketinekê û serketinekê leşkerî pêk bînin ku karibin dawî li şer bînin, an jî guhertinekê di rêveçûna şer û hefsengiyên hêzan de çêbikin. Armanca din hewl bidin rasterast zextê derbasî Rûsyayê û nameyekê bidin wê ku dikarin ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê binpê bikin û xaka wê dagir bikin."

Silêman têkildarî aliyê ku sûdê ji astengkirina diyalogan werdigire ev nirxandin kir: "DYA’yê ya ku dewletên ewropî û rojavayî xistine nava şerekî vekirî yê rasterast li dijî Rûsyayê, sûdê ji vê yekê werdigire. Ev şer dê gelek bandorên neyinî li hundirên Ewropayê bike. Lê DYA’yê tenê temaşe dike bêyî ku bandorên wê yên leşkerî û siyasî yên li ser vê rewşê hebin. Zêdetirî vê yekê yên ku finanse û desteka leşkerî didin Ukraynayê dewletên Ewropa ne. Di encamê de dê bandorên ewlehiya aborî yên vê destekê li ser Ewropayê mezin bin. DYA’yê ya bi awayekî mezin sûdê ji vî şerî werdigire, hewl dide Rûsya lawaz bike, wê bixe nava tenazulan û şerên dualî an yên herêmî yên rasteraste. DYA’yê dixwaze hêza Rûsya ji hev bixe û neynûkên Pûtin rake, lê ya ku fatoreyê dide û Ewropa ye."

Pisporê Ewropayê Behaa Mehmûd jî li ser armancên ketina hêzên Ukraynayê ya nava xaka Rûsyayê û wiha axivî: "Armanc jihevxistina hêza Rûsya ya li hundirê Ukraynayê, ji gelê Rûs re îsbat bike ku hêzên Ukraynayê dikin rejîma Rûsya bihejîne û ewlehiya Rûsya bixe xetereye. Her wiha da ku aloziyê li Ukraynayê derbasî hundirê Rûsyayê bike; bi hêviya ku di hundirê Rûsyayê de xwepêşandan çêbibin. Di heman demê de armanc ji bo ku navberekê bide artêşa Ukraynayê ku li rojhilatê welat şerê Rûsyayê dike."

Mehmûd da zanîn ku Rûsya ji ber berjewendiyên wê yên piralî di nava aloziyekê de ye û wiha domand: "Rûsya bi rêbazên cûda berjewendiyên xwe diparêze.  Mînak li Afrîkayê Feyleqê Afrîkî heye. Her wiha peymanên wê yên ewlehî û yên li ser gazê bi dewletên din re hene. Di heman demê de peymanên li dijî dolar bi şirketên çînî re îmze kirin."

Behaa Mehmûd da zanîn ku DYA sûdê ji şerê Ukrayna û Rûsya û astengkirina diyalogan werdigire û ev nirxandin: "Sûdewer DYA ye. Eger aloziya Kîev û Moskov bi dawî bibe, ev tê wateya ku ku Rûsya di şerê xwe de bi ser ketiye û li pêşiya planên DYA’yê yên cîhanê dibe kelem. Zêdetirî vêy ekê Biden bi tu awayan diyalogan navbera Rûsya û Ukraynayê ve qebûl nake û naxwaze şer bi serketina Rûsyayê biqede.”

(bb)

ANHA