ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 - 8 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 - 8 – 2024
23 tebax, 2024   02:00

Rewşenbîrên Tebqayê got ramanên Rêber Abdullah Ocalan dê bi rêya demokrasiyê û aştiyê û li gorî hêviyên gelan çareseriyan ji aloziya li Rojhilata Navîn û cîhanê re peyda bikin.

Siyasetmedarên sûriyeyî diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk ji bilî wêranî, kuştin û nezaniyê tiştek ji herêmê re neanî. Di heman demê de îşaret pê kirin ku siberoja Sûriyeyê girêdayî praktîkkirina rêgezên demokrasiyê û pirrengiyê û destpêkirina diyaloga hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser e.

Jinan li kantona Tebqayê diyar kir ku nahêlin ti kes ewlehiya herêmê têk bibe û di heman demê de destnîşan kir ku dê li hember van hewldanan bibin mertaleke qewîn.

Necah bi gotina "çandinî beşeke çand û adetên me ye. Em bi vîn pê ve girêdayî ne. Heta me ber bi çolistanê ve bidin koçberkirin jî, em ê wê bikin bihûşt" girêdana xwe bi axê û çandiniyê rave kir.

Pisporan ketina hêzên Ukraynayê ya nava Rûsyayê wek “provokasyon û metirsiyek li ser rûmeta Rûsyayê” nirxand. Pisporan diyar kir ku DYA sûdê ji şerê Moskov û Kîevê werdigire.

Kanala JIN TV li Goristana Şehîd Îsmaîl a Amûdê têkildarî hedefgirtina tîma kanala xwe ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve di 23ˊyê Tebaxa borî de daxuyaniyekê dide, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê li hola Werzîşê ya Qamişlo turnuvaya Karatê ya vekirî ji tîmên werzîşê re yên xwedî jidayikbûna di navbera 2009ˊan heta 2010ˊan de li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Navenda Aram Dîgran a li bajarokê Rimêlanê ya kantona Cizîrê Festîvala Zarokan a 9ˊemîn tê lidarxistin, saet 16:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)