‘Em ê çolistanê bikin bihûşt’

Necah bi gotina "çandinî beşeke çand û adetên me ye. Em bi vîn pê ve girêdayî ne. Heta me ber bi çolistanê ve bidin koçberkirin jî, em ê wê bikin bihûşt" girêdana xwe bi axê û çandiniyê rave kir.

‘Em ê çolistanê bikin bihûşt’
‘Em ê çolistanê bikin bihûşt’
‘Em ê çolistanê bikin bihûşt’
‘Em ê çolistanê bikin bihûşt’
‘Em ê çolistanê bikin bihûşt’
23 tebax, 2024   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Necah Mihemed (58) ji gundê Hec Xelîl ê bajarê Efrînê yê dagirkirî koçber bûye û niha li kampa Şehbayê dimîne. Necah, çîroka jineke têkoşer û geşbîn ku jiyana xwe kiriye oxira malbata xwe û peydakirina pêdiviyên wan ên bingehîn, rave dike.

Necah tevî malbat û xizmên xwe, sala 2018`an dema dewleta Tirk a dagirker bajarê Efrîn dagir kir, koçber bû û bi zarok û neviyên xwe re di malekê de li bajarê Til Rifetê bi cih bû.

Necah li hember şert û mercên dijwar ên koçberiyê bê deng nema, lê belê dest bi kar kir, baxçeyek di nava malê de çand û pêdiviyên rojane yên malbata xwe ya ku ji 21 endaman pêk tê, peyda kir.

Necah diyar kir ku ji biçûkahiya xwe ve bi çandiniyê ve girêdayî ye, ji ber ku malbata wê di çandiniyê de kar dikir û ev mîras piştî zewacê jî domand.

Çandinî beşeke jiyana Necah e ku ji bo wê ne tenê kar e lê girêdana bi axê ye. Necah bi çandiniyê pêdiviyên malbata xwe dabîn dike û ya zêde jî, li cîran û xizmên xwe belav dike.

Necah got pêwîstiya çandiniyê bi eleqedariyeke taybet heye, divê zevî yan baxçe bê ajotin û avdan, semad bê reşandin, were aşêvkirin. Necah di baxçeya xwe de bacana sor, xiyar, îsot, bacana reş, pûng, milûxiye, fasulî û kundir diçîne.

Ji ber nebûna bîran û jêderên avê, Necah di avdanê de zehmetiyan dikişîne û her wiha dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê zehmetiyên wê zêdetir dike ku nahêle pêdiviyên pêwîst û madeyên xwarinê bikevin kantonê. Topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê van zehmetiyan zêdetir dike.

Lê ji bo Necahê êşa mezin kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ye ku daran dişewitîne û dibire, êzingên wê difiroşe.

Necah di dawiyê de got: "Çandinî beşeke çand û adetên me ye. Em bi vîn pê ve girêdayî ne. Heta me ber bi çolistanê ve koçber bikin jî em ê wê bikin bihûşt. Ji biçûkahiya xwe ve em di çandiniyê de kar dikin. Ne tenê ji bo peydakirina debarê lê belê ji bo parastina hawîrdorê û bedewkirina wê ye. Ji bo me çandinî ne pîşe ye lê beşeke nasname û berdewamiya me ye."

(şx)

ANHA