Dewriyeyek Îsraîlê ket bajarokekî Quneytîrayê

Dewriyeyek Îsraîlê derbasî bajarokê Cibata El Xeşeb ê gundewarê Quneytîrayê bû û bendeke kontrolê ya demkî danî.

Dewriyeyek Îsraîlê ket bajarokekî Quneytîrayê
15 kanûn, 2025   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyek leşkerî ya Îsraîlê ku ji 5 alavên û leşkeran pêk tê derbasî bajarokê Cibata El Xeşeb bû, li ser rêya di navbera bajarok û gundê Eyn El Bêda yên Quneytîrayê de bi cih bû.

Dewriyeyê bendeke kontrolê ya demkî danî, welatî kontrol kir, bi wê re metirsî li gel şêniyên herêmê çêbû.

 (fr)