Dorpêça li ser Şehbayê nahêle nexweşên gurçikan jî tedawî bibin

Li Şehbayê nexweşên gurçikan ji ber dorpêça hikumeta Şamê nikarin xwe bigihînin dermanan û tedawiya xwe bidomînin. Rayedarên tenduristiyê got berî ku metirsî veguherin karesateke mirovî, divê dorpêç demildest bê rakirin.

Dorpêça li ser Şehbayê nahêle nexweşên gurçikan jî tedawî bibin
Dorpêça li ser Şehbayê nahêle nexweşên gurçikan jî tedawî bibin
Dorpêça li ser Şehbayê nahêle nexweşên gurçikan jî tedawî bibin
Dorpêça li ser Şehbayê nahêle nexweşên gurçikan jî tedawî bibin
Dorpêça li ser Şehbayê nahêle nexweşên gurçikan jî tedawî bibin
Dorpêça li ser Şehbayê nahêle nexweşên gurçikan jî tedawî bibin
Dorpêça li ser Şehbayê nahêle nexweşên gurçikan jî tedawî bibin
18 kanûn, 2023   05:42
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Dorpêça hikumeta Şamê bandoreke neyînî li ser navenda şûştina gurçikan (diyalîz) ya herêma Şehbayê dike. Li Şehbayê 13 nexweşên gurçikan hene.

Rêveberê navenda şûştina gurçikan Hisên Mistefa têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî.

Hisên Mistefa wiha got: “Nexweşên me hefteyê 3 an jî 4 caran gurçikên xwe dişon. Lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê nexweşên me tenê hefteyê carekê dişon. Her wiha ji ber nebûna mazotê jî nexweş nikarin xwe bigihînin navendê û tunebûna dermanan jî pirsgirêkeke mezin e.”

Mistefa diyar kir ku 2 erebeyên nexweşxaneyê hene, lê ji ber nebûna mazotê tenê yek dixebitê û wiha got: “Ji ber dorpêçê alavên navenda şûştinê naxebitin. Xebata me tev li ser kehrebeyê ye. Heke ev dorpêç bidome, dê rewşa nexweşên gurçikan girantir bibe. Ji deverên dûr tên. Her wiha pêwîstiya nexweşan bi dermanan heye. Her wiha dermanên ku em nikarin peyda bikin, nexweş ji derve dikirin. Dermanên ku li derve dikirin jî gelekî biha bûne.”

Di dawiyê de Mistefa got: “Bila rêxistinên mirovî êşa gel hîs bikin û vê dorpêçê bidin rakirin.”

Her wiha nexweşeke li navenda şûştina gurçikan a bi navê Tolîn Mihemed a ji Efrîna dagirkirî ku niha li Til Rifetê dijî, wiha got: “Sal û nîvek e ez gurçikên xwe dişom û rewşa min ne baş e. Her roja pêncşemê ez derziyan dikirim. Ev yek jî gelekî zehmet e. Ji bo peydakirina xwînê ez gelekî diwestim. Her wiha ez derziyên xwînê li Helebê dikirim û gelekî biha ne.”

Tolîn Mihemed wiha lê zêde kir: “Ez gelek zehmetiyan dikişînim. Her wiha ev dorpêç jî rewşa me dixe metirsiyê. Lê em bi hêvî ne ku dorpêça li ser herêmê bê rakirin.”

ANHA