Mustefa Muslim: Guhartina demografîk li gor qanûna navneteweyî mezintirîn sûc e

Hiqûqnas Mustefa Muslim destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li deverên dagirkirî pêk tîne, binpêkirina madeyên 4′emîn a Cinêvê ne, ji ber ku divê şênî bi xaka xwe ve girêdaî bin, da ku derfetê nedin dewleta Tirk a dagirker ku demografiya herêmê biguherîne.

Mustefa Muslim: Guhartina demografîk li gor qanûna navneteweyî mezintirîn sûc e
18 kanûn, 2023   02:38
KOBANÊ

Hiqûqnas Mustefa Muslim wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker ne tenê xaka Sûriyeyê dagir kiriye, her wiha ew planên qirêj jî dide meşandin di serî de guhartina demografîk bi rêya koçberkirina şêniyên resen ên deverên dagirkirî û bicihkirina kesên biyanî. Ji ber ku destekê didin dewleta Tirk a dagirker ku planên xwe bimeşîne. Dewleta Tirk a dagirker bi van kiryaran hemû qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike nexasim madeya (49) ya peymana Cinêvê ya 4'emîn."

Muslim destnîşan kir ku qanûna navneteweyî bi zelalî veguhastina mirovan ji cihê jiyana wan qedexe kiriye ku tenê di hin rewşên rewa de ev yek bi awayekî demkî tê pêkanîn û got: "Ev rewş jî li ba dewleta Tirk a dagirker tune ne û ew hemû nirx û qanûnên navneteweyî û mirovî bin pê dike û li ber çavên tevan demografiya herêmê tevlihev dike. Dewleta Tirk a dagirker bi pereyên Qeterî û bi rêya rêxistinên berguman li Efrîna dagirkirî avahiyên mêtingehiyê ava dike û ev jî tu carî ne li gor pîvanên navneteweyî ye."

Madeya (49) ya peymana Cinêvê ya 4’emîn veguhastina mirovan ji deverên dagirkirî ber bi xaka dewleta dagirker an jî dewleteke din ve bi darê zorê, qedexe kiriye.

Muslim wiha domand: “Erkê hemû hiqûqnasan e ku binpêkirinên rojane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li deverên dagirkirî belge bikin, ji ber ku li gor qanûna navneteweyî guhartina demografîk mezintirîn sûc e û divê ew yekser bê rawestandin.”

Muslim diyar kir ku tiştê ku îro li deverên dagirkirî pêk tê berî 100 salan dema ku Kurdistan hat parçekirin pêk hat û got: “Dewletên Ewropayê deriyên xwe li ber penaberan vedikin û li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bê deng dimînin, ji ber ku pêwîstiya wan bi penaberên ciwan û karmendan heye û ev jî ji bo wê derfetek e; ji ber wê jî divê şênî bi xaka xwe ve girêdayî bin û bi penaberiyê nefikirin, ji ber ku penaberî rê li ber dewleta Tirk a dagirker vedike da ku bi hêsanî demografiya herêmê biguherîne.”

(mh)

ANHA