Rewşa li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê roj bi roj xirabtir dibe

Hikumeta Şamê welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên dorpêçkirî ji gihandina madeyên germkirina sotemenî, derman û madeyên din ên bingehîn bêpar dike. Şêniyan destnîşan kir ku rewş roj bi roj xirabtir dibe.

Rewşa li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê roj bi roj xirabtir dibe
18 kanûn, 2023   04:45
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Li gel rexneyên tund li ser bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û dewletên destwerdana aloziya Sûriyeyê kirine, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê hikumeta Şamê ve bi awayekî neheq û domdar hatiye dorpêkirin.

WESÎLEYÊN XWEPARASTINA JI AVHEWAYÊ TUNE NE

Ferîda Mihemed ji şêniyên bajarê Efrînê yê dagirkirî û li taxa Şêxmeqsûd a Helebê tevî 3 zarokên xwe yên biçûk dimîne. Ferîde metirsiyên xwe der barê dorpêçê de wiha anî ziman: "Mazot qut e, em ê çawa zivistanê bê germkirin derbas bikin, em ê çawa zarok û mezinan ji hişkbûna avhewayê biparêzin."

Ferîda banga bidawîkirina êşa wê kir û wiha got: "Heta niha min sobe daneniye ji ber ku me heta niha para xwe ya mazotê ku 100 lître ye wernegirtiye.  Yên ev par bi dest xistine jî kêm in. Ji ber ku hikumeta Şamê dorpêç giran kiriye û nahêle mazot derbasî her du taxan bibe."

ENCAMÊN NEBAŞ Û CÎHAN BÊDENG E

Her wiha Meryem Ehmed a 47 salî ku dayika 4 zarokên biçûk e, ji Efrîna dagirkirî ye û li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih bûye. Meryem dorpêçê wek sedema sereke ya xirabûna rewşê bi nav kir û wiha got: "Rewş roj bi roj xirabtir dibe, gelo dê heta kengî encamên tirsonek ên dorpêçê me aciz bike, em ne ji vî welatî ne, em ji welatekî xerîb nehatine, çima mafên me ji dest me tên girtin?"

Meryem nerazîbûna xwe li hember helwestên welatan û aliyên têkildar anî ziman û wiha domand: "Tiştê ku me aciz jî dike, paşguhkirina welat û rêxistinên mafên mirovan ji êş û azarên me ye, her kes lal û kor e dema ku mijar dosyaya me û rastiya me ya jiyanî be. Çi sûcê zarok û mezinan heye, hindek maye em derbasî çilrojên zivistanê bibin ne û heta niha me mazot bi dest nexistiye."

Meryem giliya dorpêçê kir û got: "Bermahiyên dorpêçê tenê bi jêdera germkirinê re sînordar nema lê belê nebûna sotemeniyê bandor li xebatên jeneratoran jî kir ku saetên dayîna kehrebeyê jî kêm bûn."

EM DEV JI AXA XWE BERNADIN

Welatiya bi navê Bêrîvan Mihemed gilî û gazincên xwe ji senaryoya dorpêça ku berdewam dike wiha anîn ziman: "Ji dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê me dagir kir û bi darê zorê em ji Efrînê hatin koçberkirin û hatin li vê taxê bi cih bûn, hêmanên jiyanê di encama dorpêçê de lê peyda nabin."

Bêrîvan wiha pê de çû: "Dorpêça ku hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dimeşîne me difetisîne. Wek gel li ser axa me mafên me hene ku divê em li gor wê bijîn û ji me nestînin. Li beranberî vê dorpêçê berxwedan û vîneke xurt heye û ev dorpêç wê bandorê li girêdana me ya bi xaka me re neke."

Ji bilî her du taxan, hikumeta Şamê  dorpêçeke bi heman rengî li ser kantona Efrîn û Şehbayê ferz dike û bi hezaran welatiyên kantonê yên bi darê zorê ji Efrînê hatine koçberkirin û di nav kampna de ne, ji sotemeniya germkirinê, madeyên bingehîn û tenduristiyê mehrûm kirine.

(şx)

ANHA