‘Divê dengê koçberan bighînin qadên navneteweyî’

Hiqûqnas Elaedîn El Xalid Kalo destnîşan kirin ku avakirina mêtingehan li Efrînê sûcekî şer e û hêza leşkerî, di tevahî protokolên têkildarî şer de, nayên qebûlkirin û got: “Dengê koçberan bighînin qadên navneteweyî.”

‘Divê dengê koçberan bighînin qadên navneteweyî’
1 tîrmeh 2024   03:45
HELEB
MIHEMED EBDO

Hiqûqnas Elaedîn El Xalid Kalo sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk tînin, binpêkirina qanûnên naveteweyî, her wiha rola hiqûqnasan a li hemberî van sûcan nirxandin.

El Xalid Kalo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker a bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan, berdewama împratoriya Osmanî ya û her tim bi rêya "Pirtûka Sor" pesnê xwe dide dê xîlafeta osmanî vegerînin.

"Pirtûkê Sor" an jî destûra veşartî, piştî avakirina komara Tirkiyeyê hate derxisitn. Pirtûka behsa mijarê wesîqeyeke siyasî ya Meclisa Ewlehiya Neteweyî ye ku biryarên meclisê derdixe, parlamento û hikumet tînin cih. Armanca pirtûkê, vejandina dewleta osmanî ye û heta niha 7 caran hatiye guhertin.

Kalo wiha domand: "Li gorî pirtûkê, osmanî gihaştin ku derê, ew axa Tirkiyeyê ye. heke em vegerin dîrokî, em ê bînin ku Tirk ne li vê herêmê bûn. Lê belê dewleta Tirk xwe li ser bingeha xwîn û qirkirinê ava kir. Ji ber wê, dest bi qirkirina pêkhateyên resen kir. Gelê Kurd jî yek ji wan bûn."

Kalo destnîşan kir ku dagirkirina Efrînê beşeke Mîsaqê Millî ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Daxuyaniyên rayedarên Tirk, delîl e ku guhertina demografiya herêmê beşeke plana wan e ji bo ku şêniyên resen koçber bikin, binesaziya herêmê biguherin. Dûre wê axê di bin navê dagirkeriya daîm de tev li axa xwe bike."

Ji bo sekna li hember siyasetên qirkirinê û înkarkirinê Kalo got divê hiqûqnas, helwestekê nîşan bidin, erka xwe ya qanûnî, mirovî û exlaqî bînin cih, sûcên ku têne kirin belge bikin û ji aliyên têkildarî re bişînin ji bo ku dengê koçberan ragihînin qada navneteweyî.

Li gorî Kalo divê niyetên Tirkiyeyê aşkera bikin ku dixwaze Efrîn bike eyaleteke Tirkî, bi rêya ferzkirina zimanê Tirkî û lîreyê wê, demografiya wê diguhere, bi rêya qadên perwerdeyê, tenduristiyê, guhertina navên gundan, herêmê bi Tirkiyeyê ve girê dide.

Kalo bang kir ku divê tevahî sûcên li herêmên dagirkirî yên li dijî şêniyan, xweza û şûnwarên wan herêman têne kirin, bêne aşkerakirin ta ku mafan ji dagirkeran bistînin.

Kalo siyaseta durû ya pîvanên navneteweyî ku berjewendî û bi destxistina destkeftiyan li ser hesabê gelan û binpêkirina mafên wan, esas tê girtin rexne kir.

Kalo di dawiyê de got: "Divê gel dakevin qadan bi taybet li Ewropayê, li pêşiya sazî û rêxistinên navneteweyî û nivîsgehên NY`yê çalakiyan li dar bixin ji bo ku vê dosyayê careke din çalak bikin û daxwaza mafên rewa bikin.”

(şx)

ANHA