‘Bi hevgirtinê dê planên dagirkeriyê têk biçin’

Şêniyên kantona Minbicê diyar kir ku hevgirtin û berxwedan rêya yekane ya têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ye.

‘Bi hevgirtinê dê planên dagirkeriyê têk biçin’
2 tîrmeh 2024   02:35
MINBIC

Şêniyên kantona Minbicê diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berfirehkirina qada dagirkeriya xwe li Sûriyeyê, talankirina xêr û bêra wê û guherandina demografiya herêmê ye. Şêniyan diyar kir ku ji bo parastina xaka xwe û misogeriya azadiyê, amade ne berdêlên giran bidin.

Rula Ehmed Delo destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan deverên din ên Sûriyeyê dagir bike, şêniyan koçber bike, binesaziya wê xirab bike û tevliheviyê derxe.

Rulayê diyar kir ku rêya yekane ya li dijî planên dewleta Tirk a dagirker berxwedana li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e û wiha domand: "Em ê li ber xwe didin, em xwediyê vê axê ne, em ê li ber xwe bidin heta tevahî herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin, dê armancên dewleta Tirk a dagirker negihêjin serî."

Emîra Axa jî anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan şikandina vîna gel e û got: "Ev êriş hêz û hevgirtina gel xurttir dikin."

Huzeyfa El Ebdo jî got: "Ji salan ve dewleta Tirk a dagirker gefan li herêmên me dixwe. Ji bo planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne, hewl dide ewlehiya herêmê xirab bike, xelkê wê koçber bike û demografiyaya wê biguhere. Lê hevgirtina me û piştgiriya me ya bi hêzên me yên leşkerî re xeyal û armancên dagirkeran têk birin.”

Welatiyê bi navê Hesen El Hisên anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe û got: “Bi saya hevgirtina me dê planên wê têk çû. Dê tu kes nekare me têk bibe.”

Welatiyê bi navê Îbrahîm Ehmed Îbrahîm anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe hewl dide Osmaniyan zindî bike, serdestiya xwe ferz bike û petrol û serweta herêmê talan bike. Îbrahîm got: “Em ê herêmên xwe biparêzin û di oxira wê de berdêlên giran bidin."

(bb)

ANHA