Eşîra Kîkan dê li hemberî êrişên ser gerîla hewldan bike

Ji rûspiyên eşîra Kîkan Mûsa Sadûn ku berê endamê ENKS’ê bû, destnîşan kir ku ew êrişên PDK’ê û komên girêdayî wê yên dijî gerîla qebûl nakin û got: “Em ê hewldanên xwe bidomînin ku zarokên me nebin şirîkên dijminên Kurd”.

Eşîra Kîkan dê li hemberî êrişên ser gerîla hewldan bike
2 tîrmeh 2024   11:13
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Şêx û rûspiyên eşîran Kurdan ên kantona Cizîrê duh (1’ê Tîrmehê) daxuyaniyek li dijî xiyanet û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê da. Rûspiyan şerê li dijî gerîla wek xiyaneta herî mezin bi nav kir û bang li endamên "Pêşmergeyên Roj" kir ku vegerin welatê xwe. Her wiha bang li partî û hêzên siyasî kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Yek ji kesayetên ku tevlî daxuyaniyê bûn jî rûspiyek ji eşîra Kîkan Mûsa Sadûn bû. Mûsa Sadûn têkildarî hewldanên xwe ji ANHA’yê re axivî.

Mûsa Sadûn bi gotina, “Em qebûl nakin Kurdek fîşekekê jî biavêje Kurdek din” dest bi axaftina xwe kir û wiha dom kir: “Me ev yek qebûl nekiriye û qebûl nakin. Me îro jî peyama xwe da. Em ê bangewazî û şîretên xwe dewam bikin da ku zarokên me nebin şirîkên dijminê gelê Kurd.”

Sadûn destnîşan kir ku xebatên eşîran dê di çaroveya têkiliya li gel rayedarên PDK’ê, efserên hêzên wê yên leşkerî û hikumeta Başûrê Kurdistanê de bidomin.

Mûsa Sadûn aşkera kir ku ew bi ENKS’ê re têkiliyan çênakin û sedema vê yekê wiha şîrove kir: "ENKS’ê armancên gelên Rojava bi cih neanîn. Berê ez endamekî ENKS’ê bûm, lê diyar bû ku tiştekî nakin û nikarin tiştekî bikin. Lewre em serdana wan nakin û hevdîtinê bi wan re çênakin."