Tirkiye 800 kesên din li Girê Spî bi cih kirin

Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên guhertina demografiyaya herêmên dagirkirî didomîne. Di meha Hezîranê de 800 kes bi darê zorê ji Tirkiyeyê derxistin û li Girê Spî bi cih kir.

Tirkiye 800 kesên din li Girê Spî bi cih kirin
30 hezîran 2024   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiyaya herêmên dagirkirî bê navber didomîne.

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku desthilata Tirk di vê Hezîranê de 800 kes bi darê zorê ji Tirkiyeyê derxistin û li bajarê Girê Spî yê dagirkirî bi cih kirin.

Li gorî çavkaniyan, kesên li Girê Spî hatine bicihkirin, ji Filistîn, bajarê Hema, Heleb, Idlib, Dêrazor û gundewarê Şamê ne.

5`ê Hezîanê dewleta Tirk berê ciwanekî filistînî yê ji Xezayê ku li Tirkiyeyê dima da li Girê Spî.

Dewleta Tirk ji destpêka Nîsana 2022’yan û vir ve 72 iraqî jî di nav de,  35 hezar û 800 kes li Girê Spî bi cih kir.

(şx)

ANHA