‘Bi yekbûna gelê Kurd dê xiyanet û êrişên dewleta Tirk têk biçin'

Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kir ku bi têkoşînê dê xiyaneta PDK'ê têk biçe.

‘Bi yekbûna gelê Kurd dê xiyanet û êrişên dewleta Tirk têk biçin'
2 tîrmeh 2024   15:17
ŞEHBA

Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi hevkariya PDK'ê, şermezar kirin.

Daxuyanî li gundê Til Sosînê yê bajarokê Ehdasê ji hêla endamên Kongra Star Xemgîn Hesen û Emel Elo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di demên dawîn de dewleta Tirk liv û tevgerên xwe yên li herêmên Başûrê Kurdistanê zêde kirine.Her wiha li herêmên Kurdan nuqteyên çavdêriyê û kontrolê danîne. Ev ne tiştekî nû ye, lê ya ku em jê nefret dikin teslîmbûn e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Kurd di qonaxake giran re derbas dibe. Ji ber vê yekê jî pêwîstiya xwe herî zêde bi yekbûnê heye.

Di dewamê de wiha hate gotin: "Siyaseta bindestiya malbata Barzanî û rejîma Iraqê ji bo îstîsmarkirina wê ya li herêmên Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Her wiha nêzîkatiya xiyanetê ya dikeve xizmeta dijmin şermezar dikin. Bi xiyanetê dixwazin gelê Kurd tune bikin, lê nagihêjin armaca xwe. Em tekez dikin ku em ê şopdarê xeta şehîd Bêrîtan bin, ku li dijî îxanetê qerîneke azadiyê heta nefesa xwe ya dawîn em ê li ber xwe bidin. Bi têkoşîn û berxwdanê em xeta xiyanetê têk bibin."

ANHA