Şêniyên Minbicê şehîd Yusif El Ebid oxir kir

Şêniyên kantona Minbicê şehîd Yusif El Ebid li goristana şehîdan oxir kir ku di encama teqîna mayînekê li eniyên rojavayê Minbicê şehîd bûbû.

2 tîrmeh 2024   21:18
MINBIC

Bi sedan şêniyên kantona Minbicê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê, deste, saziyên wê, partî, meclisên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna a Zenûbya, Rêxistinên Civaka Demokratîk li goristana şehîdan a kantonê kom bûn û cenazeyê şehîd Yusif Raêd El Ebid oxir kir. 

Şehîd Yusif El Ebid endamê hêzên Eniya El Ekrad e û di encama teqîna mayînekê li eniyên rojavayê Minbicê de şehîd bûye.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Huzeyfe Ebdo axivî û got: "Şehîdan ji bo ku civaka xwe ji koletiyê xilas bikin, tê koşiyan û li ser şopa şehîd Ezîz Ereb û şehîdên azadiyê ji bo ku herêmê ji dagirkeriyê û çeteyan rizgar bikin canê xwe feda kirin."

Ji fermandarên Eniya El Ekrad Ehmd Bedrawî axivî û got: "Em bi şehîdên xwe re ne û dê heta dawiyê gelê xwe ji zordestiyê biparêzin. Em soz didin şehîdên xwe ku li ser rêya wan bin ta ku serkeftinê bi dest bixin."

Dûre hevserokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê Heysem El Hemdo wiha axivî: "Vîna me bi gelê me xurt e. Em ê li hember gefan û êrişan li ber xwe bidin û şehîdan bidin. Bi têkoşîn û fedakariyên xwe, em rê nadin ku ti kes êriş axa me bike."

Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Elaa El Elî wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir. Piştî wî hevalên şehîd, cenazeyê wî di nav tilîliyên dayîkan de spartin axê.

(şx)

ANHA