Dagirkeran di mehekê de 40 kes revandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Hezîranê de 40 kes li Efrînê revandine.

Dagirkeran di mehekê de 40 kes revandin
1 tîrmeh 2024   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan rapora meha Hezîranê a revandina welatiyan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li Efrînê, weşand.

Di rapora Navenda Belgekirina Binpêkirinan de hate ragihandin ku di meha Hezîranê de, yek jê zarok, 40 kes li Efrînê hatine revandin.

Li gorî raporê navên kesên hatine revandin wiha ne: Xelîl Elî (58), Cenan Mihemed Heskê (75), Mihemed Horo (58), Elî Salih Salih (45), Îsmet Rifet Mistefa (45), Can Hecî Reşîd, Silêman Hikmet, Mihemed Reşîd Hec Omer, Arif Mihemed Kedlo (52), Mihemed Farûq Kedlo (58), Temam Sefûr (48), Arif Hesen Reşîd (70), Omer Mihemed Reşîd (60), Şaban Hisên Hemo (60), Fayîq Îsamîl Îsamîl (56), Îsmaîl Bîlal Silêman (35), Mihemed Selah Sîn Elî (45), Şêx Mihemed Mihemed (70), Îzet Bîlal Îsmaîl (56), Xelîl Şêxo Reşîd (47), Mihemed Nesan Mistefa (40), Mihemed Miqdad Yûsif (35), Delîl Hisên Hecî (34), Cemal Heyan (35), Selah Elî Ebdo, Tahir Mihemed Şukrî (54), Hisên Mûsa Şêxmûk (75), Ehmed Ferîd Reşo (39), Yûsif Henîf (24), Ednan Namî Osman (26), Mihemed Zemcî Murad (35), Fayîq Zemcî Murad (33), Îmad Mistefa Xelîl, Rêzan Mihemed Mihemed (44), Nêçîrvan Mistefa Elî (37), Reşîd Semîr Elî (24), Yehya Taha Berekat (37), Edhem Derwîş (15), Elî Nûredîn û Reşîd Kolîn.

Di raporê de hate diyarkirin ku aqûbeta kesên hatine revandin, nayê zanîn û ji malbatên hin revandiyan fidye xwestine.

(bb)

ANHA