Panzêra artêşa Tirk li motorsîkletekê da: Kesek mir

Li Idlibê panzêreke artêşa Tirk a dagirker li motorsîkletekê qelibî. Di encamê de mêrekî jiyana xwe ji dest da û hevjîna wî birîndar bû.

Panzêra artêşa Tirk li motorsîkletekê da: Kesek mir
1 tîrmeh, 2024   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, panzêra artêşa Tirk a dagirker li ser rêya gundê Mecdalya yê herêma Cebel El Zawiyê ya li başûrê Idlibê, li motorsîklêtekê qelibî. 

Çavkaniyan diyar kir ku di encamê de mêrekî jiyana xwe ji dest da û hevjîna wî jî birîndar bû.

(bb)