2`yemîn Pêşangeha Pirtûkan li kantona Reqayê hate vekirin

Yekitiya Rewşenbîran û Desteya Çandî û Şûnwaran a kantona Reqayê dest bi 2`yemîn Pêşangeha Pirtûkan bi dirûşma "Reqa minareya çand û afrîneriyê ye" kir. pêşangeh dê heta 3 rojan be.

2 tîrmeh 2024   16:55
REQA

Yekitiya Rewşenbîran bi hevkariya Desteya Çandî û Şûnwaran a kantona Reqayê dest bi 2`yemîn Pêşangeha Pirtûkan bi dirûşma "Reqa minareya çand û afrîneriyê ye" li hola Çand û Hunerê ya bajêr kir. 

7 pirtûkxane, nivîskar û rewşenbîrên ji bajarê Reqayê berhemên xwe di pêşangehê de pêşan didin. Li gorî çavdêrên pêşangehê 4 hezar pirtûkên cihereng di pêşangehê de têne pêşandan.

Li kêleka nivîskar, rewşenbîr, endamên Desteya Çandî û Şûnwaran şêniyên bajarê Reqayê tev li vekirina pêşangehê bûn.

Di merasîma vekirinê de, hevserokê Konfederaliya Civaka Demokratîk Cîhad Hesen axivî û got: "Bajarê Reqayê dîrokî ye û bû şahidê gelek şaristaniyan. Şûnwarên wê, biratiya gelan û dîroka bajêr rave dikin."

Hevserokê Desteya Çandî û Şûnwaran a kantona Reqayê Hesen Mistefa jî got: "Ne xerîb e ku li bajarê Reqayê çalakiyên hunerî li dar kevin, ji ber ku bajar layîq e ku bibe paytexta çand û hunerê ya Sûriyeyê û dê her tim wisa be."

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Reqayê Ebdurehman El Ehmed jî got: "Bajarê Reqayê, ne tenê bajarekî wisa ye ku nivîskar û dîroknas behsa wê kir. Lê belê Reqa dîrok bi xwe ye. Rast e şer lê rû da lê belê bajarê hezkirinê dimîne."

Dûre mêvan di nava pêşangehê de geriyan.

Pêşangeh dê heta 3 rojan bê lidarxist, rojane ji saet 8:00`an sibehê heta 13:00`an piştî nîvro, her wiha êvarê jî saet ji 20:00`an heta 22:00`an vekirî ye.

1`yekmîn Pêşangeha Pirtûkan 18`ê Hezîrana 2022`yan bi dirûşma "Xwendin jiyan e" li Reqayê hate lidarxistin.

(şx)

ANHA