Şêwirmenda El Esed di nexweşxaneyê de ye

Hate ragihandin ku şêwirmenda El Esed Lona El Şibil di qezeyeke trafîkê de birîndar bûye û li nexweşxaneya El Şamî ya Şamê tê dermankirin. Li aliyekî din hêzên hikumeta Şamê ajokarê erebeyê girt û ji bo lêpirsînê, birin navendeke ewlehiyê.

Şêwirmenda El Esed di nexweşxaneyê de ye
2 tîrmeh 2024   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên nêzî radyoya FM îdiayên hin malperan ku şêwirmenda serokatiya Sûriyeyê Lona El Şibil wefat kiriye, derewand in û destnîşan kir ku rewşa wê kirêtîk e û hîna li nexweşxaneyê ye. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ev agahî piştrast kir ku Lona El Şibil li ser rêya Yafûr a Şamê qeza kiriye. Di encamê de birîndar bûye û li navendeke tenduristiyê ya nêzî cihê qezayê hatiye dermankirin dûre ew rakirine nexweşxaneya El Şamî ya li Şamê.

Li gorî çavkaniyan, erebeyek li erebeya Lona El Şibil qelibiye û di encamê de ji rê derketiye. Hate ragihandin ku ajokarê erebeyê hatiye girtin û ji bo lêpirsînê birine navendeke ewlehiyê.

(şx)