TEV-DEM: Yekitî rêya yekane ya têkbirina planên dagirkeriyê ye
TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî xwepêşandanên li herêmên dagirkirî de diyar kir ku yekitiya gelê Sûriyeyê rêya yekane ya pêkanîna edaleta civakî û têkbirina planên dewleta Tirk e.
![TEV-DEM: Yekitî rêya yekane ya têkbirina planên dagirkeriyê ye](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_6683f7b4a1771.jpg)
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê xwepêşandanên gel ên li herêmên dagirkirî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de îşaret bi hewldanên dewleta Tirk ên normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re hate kirin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide li ser hesabê fedakariyên gelê Sûriyeyê xwe nêzî Şamê bike.
Hate gotin: "Nêzîkûna her du aliyan pêşbînkirî bû. Destê Tirkiye di kar û barên Sûriyeyê de heye. Bi vê destwerdanê dixwaze hevrikiya Îranê li Sûriyeyê bike, di heman demê de dixwaze îradeya gelê Sûriyeyê bişikîne û hêviyên wê yên siberojeke baştir li Sûriyeyeke demokratîk têk bibe. Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta wê ya faşîst îradeya gelê Sûriyeyê ji bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî, aborî û dagirkeriyê bi kar anî. Di aliyê civakî, exlaqî û siyasî de jî bi hestên sûriyeyiyan lîst û bû sedema êş û koçberiya wan."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yekitiya gelê Sûriyeyê rêya yekane ya pêkanîna edaleta civakî, parastina nirxên nîştimanî û têkbirina planên dagirkeriyê ye. Bang li tevahî hêzên civakî yên nîştimanî yên Sûriyeyê jî hat kirin ku "Ji her demê bêtir hevgirtina xwe xurt bikin û li dijî polîtîkayên qirêjî yên dewleta Tirk a dagirker rabin."
(bb)
ANHA