Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk piştgirî da xwepêşandanên li herêmên dagirkirî

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk piştgiriya xwe bi xwepêşandanên gel ên li herêmên dagirkirî re nîşan da.

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk piştgirî da xwepêşandanên li herêmên dagirkirî
2 tîrmeh 2024   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî li ser xwepêşandanên li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin da.

Di daxuyaniyê de xwepêşandanên li herêmên dagirkirî yên li dijî siyasetên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin silavkirin û hate gotin, ev xwepêşandan diyar dike ku gelê Sûriyeyê lîstokek di destê hikumeta Tirk de nin e.

Di daxuyaniyê de êrişên çete û dagirkeran ên li dijî xwepêşandêran hatin şermezarkirin û hate gotin: "Em piştgiriyê didin tevahî xwepêşandanên bi banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li herêmên me yên dagirkirî, yekitiya gel û xaka Sûriyeyê, dîtina çareseriyê ji aloziyê re. Em nahêlin gelê Sûriyeyê bibe qurbanê siyasetên herêmî."

(bb)

ANHA