Li herêmên dagirkirî çi qewimî?

Ev çend roj e li herêmên dagirkirî li dijî dewleta Tirk a dagirker li 16 deverên cuda xwepêşandan çêbûn. Di van xwepêşandanan de navendên dagirkeran hatin şewitandin û ji her du aliyan kuştî û birîndar hene.

Li herêmên dagirkirî çi qewimî?
2 tîrmeh 2024   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Di 27’ê Hezîranê de li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de (Bab, Ezaz, Cerablûs, Efrîn, Idlib, Serêkaniyê û Girê Spî) xwepêşandanan dest pê kir û her ku çû berbelav bûn. 

Xwepêşandanan li Babê dest pê kir û duh (1 Tîrmeh) li 16 deverên cuda belav bûbûn.

- Li hemû deriyên sînor yên herêmên di bin dagirkeriyê de alên Tirkiyeyê û posterên Erdogan hatin daxistin û şewitandin. Li deriyên sînor di navbera artêşa dewleta Tirk û xwepêşandanan de pevçûn çêbû.

- Kamyonên ji Tirkiyeyê derbasî herêmên dagirkirî bûn, erebeyên leşkerên Tirk û erebeyên plakayên dewleta Tirk li ser, hatin şewitandin. Bi tenê li Babê 11 kamyon hatin şewitandin.

ALA TIRKAN HATE DAXISTIN

- Li çerxereya El-Kaffin a Ezazê ala dewleta Tirk a li ser blokan, bi boyaxê hate girtin.

- Li navendên bajar û bajarokan baregehên dewleta Tirk (polîs, qeymeqamtî, walîtî û hwd) hatin dorpêçkirin û alên Tirkan hatin daxistin.

- Xwepêşandêran bi ser tesîsên veguhastinê û şîrketên elektrîkê de girt û kamyon hatin şewitandin.

BAREGEHÊN DEWLETA TIRK KETIN BIN KONTROLA ÇETEYAN

- Barargehên dewleta Tirk ên li Efrîn, Ezaz û Bab hatin dorpêçkirin û baregeha li bajarokê Abzîmo yê Helebê û baregeha El-Tawama ket bin kontrola çeteyan.

- Leşkerên Tirk ên li nuqteyên kontrolê yên li bajarokê El Atarib ê Idlibê paşde vekişiyan.

- Zêdetirî 4 avahiyên saziya postebariyê ya dewleta Tirk PTT’ê hatin şewitandin.

- Leşkerên Tirk gule û gazên rondikrêj bi kar anîn. Balafirên keşfê yên bêmirov û balafirên şer ên dewleta Tirk li ser asîmanên herêmên dagirkirî firîn.

- Di pevçûnan de çekên giran û roketên RPG hatin bikaranîn.

LEŞKERÊN TIRK HERÎ KÊM 5 KES KUŞTIN

- Di encama pêvçûnan de ji her du aliyan kuştî û birîndar hene. Li gorî agahiyên neteqezkirî; tevî zarokekî bi giştî 5 kes ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin kuştin û zêdetirî 15 kes jî birîndar bûn.

- Hat diyarkirin ku rayedarên dewleta Tirk ji rayedarên sivîl ên li Idlib, Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablûs, Girê Spî û Serêkaniyê xwest demildest ji herêmê derkevin.

DEWLETA TIRK DERIYÊN SÎNOR GIRTIN

- Dewleta Tirk hemû deriyên xwe yên sînor ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtin.

- Xetên înternetê yên ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî danîbûn, hatin qutkirin.

ANHA