Bîlançoya kuştiyên xwepêşandanên li herêmên dagirkirî derket 7 kesan

Bîlançoya kuştiyên xwepêşandanên li bakur rojavayê Sûriyeyê derket 7 kesan ku bi destê pasdarên navendên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Bîlançoya kuştiyên xwepêşandanên li herêmên dagirkirî derket 7 kesan
2 tîrmeh 2024   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) û AFP`yê bîlançoya kuştiyên xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk a dagirker ên li bakurê Sûriyeyê dest pê kirine, derket 7 kesan. 

Piştî ku daxuyaniyên serokkkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku dê têkiliyan bi serokê rejîma Sûriyeyê Beşar El Esed re vegerîne û li dijî kiryarên nijadperestên tirk ên li dijî penaberên sûriyeyî, li bakur rojavayê Sûriyeyê bi sedan kes li dijî dewleta Tirk a dagirker derketin xwepêşandanê.

Mudirê SOHR`ê Ramî Ebdurehman ji AFP`yê re diyar kir ku li Efrîn û Cerablusê di şerê li gel pasdarên navendên dewleta Tirk de, 7 kes hatine kuştin, di nav de yek li Cerablusê ye.

Çavkaniyên tenduristiyê ev bîlanço piştrast kir.

SOHR`ê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker 4 deriyên sînor ên li bakurê Sûriyeyê piştî xwepêşandanan, girtine.

Li herêmên dagirkirî, xwepêşandêr ala Tirkiyeyê ji ser saziyên çeteyan daxistin û şewitandin. Li dijî dewleta Tirk slogan berz kirin. Dûre êriş wesayîtên dewleta Tirk kirin û rê qut kirin.

Piştî destpêkirina xwepêşandanan, internet li wan herêman qut bû. Li gorî çavkaniyên xwecih, piştî destpêkirina xwepêşandanan, internet ji jêderê hate qutkirin.

(şx)