Hewldanên pêşxistina karatê li kantona Cizîrê

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê ji bo pêşxistina karatê li herêmê komîteyeke pirspor a wezîşa karatê li kantonê ava kir.

Hewldanên pêşxistina karatê li kantona Cizîrê
Hewldanên pêşxistina karatê li kantona Cizîrê
Hewldanên pêşxistina karatê li kantona Cizîrê
Hewldanên pêşxistina karatê li kantona Cizîrê
Hewldanên pêşxistina karatê li kantona Cizîrê
Hewldanên pêşxistina karatê li kantona Cizîrê
Hewldanên pêşxistina karatê li kantona Cizîrê
2 tîrmeh, 2024   16:30
QAMIŞLO

Meclisa Werzîşê ya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, ji bo pêşxistina werzîşa karatê li ser asta kantonê, civînek li dar xist. 

Di civîna li avahiya Meclisa Werzîşê ya bajarê Qamişlo hatiye lidarketin de, hevserokatiya meclisê, endamên wê, endamên lîstikên tekakesî, perwerdekar, hakem, pîşedarên karatê, nûnerên akademiyên werzîşê, hazir bûn.

Hevserokê Komîteya Teknîkî ya Meclisa Werzîşê Rêzan Şêxmûs got: "Em dixwazin vê lîstikê bi rêya aktîvkirina komîteyeke taybet pê, pêş bixin."

Piştî nîqaşkirina rewşa werzîşê û rêbazên pêşxistina wê, ji bo komîteya têkildar, 5 kes hatin hilbijartin. Di nav wan de, perwerdekar, hakem, pîşedarên karatê hene. Ev komîte, berpirsê, perwerdekirin, birêxistinkirina pêşbirgan û hakemdariyê ye.

Di civînê de mekanîzmeya karê komîteyê, qanûnên lîstikê yên li ser asta cîhanê, perwerde û hakemdariya li gorî wê, hate diyarkirin.

Karatê, li herêmê lîstikeke çalak e. listîkvanên wê, di pêşbirgên li Sûriye û derveyê wê li dar ketine, medalyayên zêrîn û zîvî girtine. Wek turnovaya Rojava Asyayê ku li Urdunê vê dawiyê li dar ketiye û turnovaya herî baş a Sûriyeyê.

(şx)

ANHA