Li Dêrazorê stasyona avê ya sêyemîn kete xizmetê

Stasyona Şeife ya sereke ya ava vexwarinê ya li kantona Dêrazorê kete xizmetê. Li kêleka 2 stasyonên Qele û Siwer ev stasyona sêyemîn dikeve xizmetê. Ev stasyon avê dide 50 hezar şêniyan.

Li Dêrazorê stasyona avê ya sêyemîn kete xizmetê
Li Dêrazorê stasyona avê ya sêyemîn kete xizmetê
Li Dêrazorê stasyona avê ya sêyemîn kete xizmetê
Li Dêrazorê stasyona avê ya sêyemîn kete xizmetê
Li Dêrazorê stasyona avê ya sêyemîn kete xizmetê
Li Dêrazorê stasyona avê ya sêyemîn kete xizmetê
Li Dêrazorê stasyona avê ya sêyemîn kete xizmetê
Li Dêrazorê stasyona avê ya sêyemîn kete xizmetê
1 tîrmeh 2024   07:35
DÊRAZOR

Saziya Giştî ya Avê ya kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Adara borî de dest bi tamîrkirina stasyona sereke ya ava vexwarinê ya li bajarokê Şeife yê rojhilatê Dêrazorê kir û torên avê yên sereke û yên şaxî nû kirin.

Saziyê jenetor dehfdana avê tamîr kirin, 2 jenetorên dehfdana avê bi hêza 160 metre çargoşe û hêza 22 metre çargoşe di saetekê de danîn.

Li kêkel stasyona Qele û stasyona Siwer, stasyona bajarokê Şeife yê seyemîn e ku tê tamîrkirin.

Li kêlek xebatên tamîrkirinê li stasyona Şeife, saziya avê boriyên bi dirêjahiya 8 hezar metre û bi eşkêlên cuda danîn. Bi wê re 30 hezar şêniyên li taxên 24, Zehre, Hawî, Etes, kolana Jêrîn sûdê ji ava vexwarinê werdigerin.

Şêniyên bajarokê Şeife ji ber pirsgirêkên di tora avê û jenetoran de êşên negihandina ava vexwarinê dikişandin. Li gorî çavdêran ev gavên ber bi başkirina binesaziyê û dabînkirina avê ji welatiyan re ne.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê di çarçoveya pêkanîna encamnameya Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Îstîqrarê de ku di 22ˊyê Cotmeha 2023ˊyan de li dar ketibû, van xizmetguzariyan pêşkêş dike.

(fr)

ANHA