Solbendiyê yekane li Tebqayê

Xalid El Elî solbendiyê yekane li kantona Tebqayê kir ku bi pisporî û afrînerî vê pêşeyê dike û pêşkêşî muşteriyên xwe dike.

Solbendiyê yekane li Tebqayê
Solbendiyê yekane li Tebqayê
Solbendiyê yekane li Tebqayê
Solbendiyê yekane li Tebqayê
Solbendiyê yekane li Tebqayê
Solbendiyê yekane li Tebqayê
Solbendiyê yekane li Tebqayê
Solbendiyê yekane li Tebqayê
Solbendiyê yekane li Tebqayê
Solbendiyê yekane li Tebqayê
2 tîrmeh 2024   08:30
TEBQA

Xalid El Elî (40) yê ji Dêrazorê karê solbendî ji bavê xwe Cemal El Elî girtiye. Bavê wî ji salên 60`î ve li Tebqayê bi cih bûye û yekem solbendê li vê kantonê ye. 

Di sala 1978`an de bavê Xalid dikaneke biçûk vedike û bi bavê xwe re kar dike.

Xalid El Elî ji destpêka 2005`an ve dikana xwe li aliyê başûrê bajêr vekiriye. Mîna bavê xwe di çêkirina "terlikê Dêrî" yan jî mîna ku li herêmê tê bi navê "Şarûx" tê naskirin, hosta ye. Heta niha bi kevirê dûz ê ku bavê wî beriya 50 salî jê re anîbû, solan çêdike. 

"Terlik Dêrî" cureyeke solan e ku bi çand û bergên herêmê ya kavnar vê girêdayî ye. Gelek şêniyên kantona Dêrazorê wê pê dikin. Ji ber ku bi hêsanî tê pêkirin û di havînê de hênikiyê dide. 

Ji ber ku dikana wî biçûk e, Xalid hin pêdiviyên yên karê xwe wek çerim, mêx û nal li dikana bavê xwe hiştiye. Di wê dikana biçûk de, terilkan çêdike û difiroşe. 

Xalid El Elî têkildarî mijarê got: "Di destpêka kar de me madeyên qenc û çermên sirûştî bi kar dianîn, lê di vê rewşa dawî de kalîteya tiştekî nemaye. Êdî madeyên bi kalîte peyda nabin."

Kurê wî Cemal li ser şopa kal û bavê xwe, fêrî vê pîşeyê dibe bi awayekî pîşeyî bi muşteriyan re mijul dibe û terilkan difiroşe wan.

ANHA