Ji atolyeya Koordînasyona MSD`ê encamnameya girîng

Koordînasyona Jinan a MSD`ê di çarçoveya stratejiya nîştimanî ya xurtkirina jinên sûriyeyî atolyeyek bi navnîşan "Xurtkirina jinên sûriyeyî di aliyê siyasî de" li dar xist. 

2 tîrmeh 2024   20:16
REQA

Koordînasyona Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di çarçoveya stratejiya nîştimanî ya xurtkirina jinên sûriyeyî atolyeyek bi navnîşan "Xurtkirina jinên sûriyeyî di aliyê siyasî de" li navenda xwe ya li Reqayê dar xist. 

Di atolyeyê de 2 mijarên sereke bi navnîşan "têgeha xurtkirin û xurtkirina siyasî" û "jinan sûriyeyî li gel şoreşê û zehmetiyan" hatin nîqaşkirin.

Hevseroka MSD`ê Leyla Qereman, endamên Koordînasyona Jinana a MSD`ê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd, endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Kongra Star û Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tev li atolyeyê bûn.

Mamosteyê Zanîngeha Rojava û çalakvana civakî Şîrîn Elî, endezyar û çalakvana sivîl û pispora psîkolojiyê Selam Îbrahîm mijara yekemîn a bi navnîşan "têgeha xurtkirin û xurtkirina siyasî" nirxandin.

Hevseroka MSD`ê Leyla Qereman mijara duyemîn a atolyeyê ya bi navnîşan"jinan sûriyeyî li gel şoreşê û zehmetiyan" bi rêve bir.

Mijarên atolyeyê bi berfirehî ji aliyê beşdarên wê ve hatin nîqaşkirin û gotubêjkirin û teqezî bi birêxistinkirina jinan di aliyê siyasî û dîplomasî de kirin.

Atolye bi encamnameyekê bi dawî bû ku cîgira hevserokatiya MSD`ê Canda Mihemed xwendin.

Xalên encamnameyê wiha ne:

Xurtkirina şiyanên jinên sûriyeyî ji bo ku rola xwe di çareseriya siyasî de bilîze.

Dabînkirina asoyên qanûnî û destûrî ji bo parastina mafên jinan di destûrê de.

Derbaskirina kêmasiyên jinan bi rêya zêdekirina perwerdeyê û xwepêşxistinê.

Divê hewldanên jinên sûriyeyî bên xurtkirin, têkilî di navbera rêxistinên jinan de bên avakirin ji bo ku bigihêjin nêrîneke hevbeş ku di encamê de ji dozên rizgarkirina jinan û yên demokratîk çareserî bên dîtin.

Divê peywendî bi tevahî jinên sûriyeyî re berdewam bike da ku tecrubeyan bi hev re parve bikin. Divê destkeftiyên li herêmê hatine bidestin ji jinan re bibe mîras.

Divê jin di aliyê aborî de bi rêya pêxistina aboriya civakî, were xurtkirin.

Divê jin rola xwe ya çalak di partiyan de bilîze.

Divê civaka sivîl roleke ji vê mezintir di pêşxistina jinan de bilîze.

Divê piştgiriya jinên ciwan bê kirin ji bo ku di avakirin û pêşxistina civakê de bibe hêz.

Divê piştgiriya geşpêşdana jinan bê kirin û qanûna malbatê bikeve meriyetê.

(şx)

ANHA