Li kampeke êzidiyan a li Dihokê teqîn

Di encama teqîna li Kampa Xankê ya koçberên Şengalê ya li parêzgeha Dihokê de jinek jiyana xwe ji dest da û gelek kesên din birîndar bûn.

Li kampeke êzidiyan a li Dihokê teqîn
2 tîrmeh, 2024   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li nav Kampa Xankê ya li Dihokê ku koçberên Şengalê lê dimînin piştî saetên nîvro, teqînek rû da. Li gor zanyariyên pêşîn di teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest daye û gelek kesên din jî birîndar bûne.

Heta niha saziyên fermî têkildarî sedema teqînê, hejmar û rewşa birîndaran ti daxuyaniyek nedane.

(şx)