DAIŞ êrişî hêzên Şamê kir: 1 kuştî, 3 birîndar
Çeteyên DAIŞ`ê li gundewarê Himsê êriş nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê kir. Di encamê de efserekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku DAIŞ`ê êriş nuqteyeke hêzên hikumta Şamê ya li dora herêma Til Şihab a rojhilatê navçeya Cib El Cirah a rojhilatê Himsê kiriye. Di encamê de efserekî hikumeta Şamê hate kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî SOHR`ê, ji destpêka îsal ve di şer û êrişên li Çolistana Sûriyeyê de, 44 sivîl, 373 leşkerên hikumeta Şamê û alîgirên wê û 29 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.
(şx)