Ji bo têgihîştina Hevpeymana Civakî çavkaniyek girîng

Kovara Civaka Demokratîk di hejmara xwe ya nû de, têkildarî hevpeymana civakî, girîngiya wê ya ji bo pêşeroja Suriyeyê, pergala edalet, komîn, meclis, maf, jin, jîngeh û edaletê xwendevanên xwe ronî dike.

Ji bo têgihîştina Hevpeymana Civakî çavkaniyek girîng
1 tîrmeh 2024   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Kovara Civaka Demokratîk ku ji aliyê Navenda Lêkolîn û Zanistên Civakî ya Akademiya Civaka Demokratîk ve tê amadekerin, bi hejmara xwe ya 21’an gihîşt ber destê xwîneran. 

Kovar ku bi zimanê Erebî û Kurdî tê amadekirin, destpêkê her 3 mehan carekê derdiket, lê 2 hejmarên dawî 6 mehan carekê derketine. Li gorî agahiyên rêveberiya akademiyê wê kovar êdî 6 mehan carekê derkeve.

Di her hejmarek kovarê mijarek taybet wekî dosya tê amadekirin û weşandin. Hejmara 21’an a kovarê jî bi sernavê “Peyman û Civak” hatiye amadekirin.

Mijara dosyaya vê hejmarê, Hevpeymana Civakî û girîngiya wê ya ji bo pêşeroja Suriyeyê, pergala edalet, komîn, meclis, maf, jin, jîngeh û edaletê ye.

Nivîsa yekemîn a kovarê ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser pergala dewletê, Peyman û civakê hatiye amadekirin.

Di nivîsên piştre yên dosyayê de jî li ser hevpeymana civakî û pêşeroja Suriyeyê, prensîbên bingehîn ên hevpeymana civakî, maf û azadiyên bingehîn, sîstema komîn, meclîsan, şaredarî, jin, pergala jîngeh û edaletê hatiye rawestîn.

Ev hejmara kovarê ji bo têgihîştina hevpeymana civakî û sîstema xweseriya demokratîk wekî çavkaniyek girîng dikare were bikaranîn.  

(bm/a)

ANHA