MSD’ê banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî kir

MSD`ê bi daxuyaniyekî bang li sûriyeyî û hêzên wê yên siyasî kir ku ji bo rizgarkirina Sûriyeyê kongreyeke nîştimanî li dar bixin. Di daxuyaniyê de hate gotin “Diyalog bingeha her çareseriyeke siyasî ye.”

MSD’ê banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî kir
2 tîrmeh 2024   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên vegerandina têkiliyên bi hikumeta Şamê re û bûyerên li herêmên dagirkirî rû didin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de sekn û serhildana gelê Sûriyeyê ya "li hemberî zilm, zordestî û nîjadperestiyê" hat silavkirin û hate gotin: "Daxwaz û armancên rewa yên sûriyeyiyan pusuleya têkoşîna me û xebata me ya siyasî ne.”

Têkildarî hewldanên dewleta Tirk ên vegerandina têkiliyan bi hikumeta Şamê re jî wiha hate gotin: "Hewldanên hikumeta Tirk ên vegerandina têkiliyên bi Şamê re li ser hesabê berjewendî, hêvî û fedakariyên gelê Sûriyeyê û bikaranîna hin sûriyeyan ji bo projeyên xwe, dide xuyakirin ku rizgarkirina sûriyeyan di yekitî, tevkarî û derbaskirina nakokiyên navxweyî de ye.”

Di daxuyaniyê îşaret bi bûyerên dawîn ên li bakurê Sûriyeyê û siyasetên nîjadperestiyê yên li dijî penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê hat kirin û hate gotin: "Bûyerên ku rû didin, îsbata wê ye ku tenê sûriyeyî bi xwe dikarin pişta hev bigirin û ji hev re bibin hêz. Em pêşwaziya hemû sûriyeyiyên ji bo ewlehî û aramiyê dixebitin, dikin. Em pêşwaziya her hêzeke siyasî ku ji bo xweserî û şikandina qeydên girêdayîbûnê dixebitin, dikin. Ji ber ku Sûriye ya tevahî sûriyeyiyan e. Diyalogên nîştimanî rêya yekane ya derbaskirina êşa me ye. Her wiha rêya ferzkirina nêrîna gelê Sûriyeyê ya wekî bingeha projeya çareseriyê di qadên navneteweyî de ye.

Em bang li hêzên siyasî yên sûriyeyî dikin ku bi berpirsyarî li hemberî çarenûsa gelê me û welatê me tev bigerin. Her wiha em bang li tevahî sûriyeyan, bi taybetî hêzên wê yên siyasî dikin ku kongreyeke nîştimanî ku bingeha xilasî û rizgarkirina Sûriyeyê ye, li dar bixin."

(bb)

ANHA