Ji ber bombebaranên artêşa Tirk çiyayên Dihokê dişewitin

Ji ber bombebaranên dewleta Tirk a dagirker çiyayên parêzgeha Dihokê dişewitin û nayên vemirandin.

Ji ber bombebaranên artêşa Tirk çiyayên Dihokê dişewitin
2 tîrmeh 2024   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Rojnew’ê di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de agir bi rêze çiyayên parêzgeha Dihokê ketiye û heta niha jî nehatiye vemirandin.

Li aliyê din artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê zext û gefan li xelkê gundên li qontara çiyayê Metînayê dike. Ji ber zext û êrişên artêşa Tirk gelek gundên deverê vale bûne.