Dîlan Şoreş.. Keça axa zeytûnê ku bi berxwedanê xwest pîvanên jina azad xurttir bike 

Hêviyên şehîd Dîlan ji yên hevalên wê cudatir bûn; wê bi xwedîderketina li hunera berxwedanê xurtkirina pîvanên jina azad, bêyî ku guh bide zîhniyeta baviksalar, hêviyên xwe bi dest xistin û têkoşîna xwe bi şehadetê tacîdar kir û di malbata xwe ya xwedî têkoşîneke demdirêj û civaka xwe de bû mînak.

8 ÇILE, 2025   03:35
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Bi fedakarî, dilsozî, hestiyariya keçeke şoreşger ku li dijî zîhniyeta înkarkirina rola jinan serî hilda, ji bo parastina ax û gelê xwe amade bû bêyî dudilî berdêlan bide û ji bo ku pêşengiya jinan di bidestxistina destkeftiyan de îsbat bike, Dîlan Şoreş gihaşt asta şehadetê. 

Cûlya Îbrahîm (Dîlan Şoreş) ji gundê Mist Eşûra yê bajarê Mabeta yê kantona Efrîn û Şehbayê ye. Di malbatê de zaroka sêyemîn e ku ji 3 xort û 3 keçan pêk tê.

Malbata şehîd Dîlan xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê ye, piraniya endamên malbatê di şoreşa 2012`an de çek rakirine û tev li şoreşê bûne.

Şehîd Dîlan, jiyana hêsan qebûl nekir, ji bo ku xwe bi pêş bixe û bigihêje pîvanên herî bilind ên jina azad, li ser şopa xwişka xwe ku sala 2014`an tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye û bavê xwe, ji xwe re kir pêşeng ku bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re cihê xwe di nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de girtiye û sala 2020`an tev li YPJ`ê bû.

Li gorî bavê şehîd Dîlan, Dîlan her tim digot xwendina di nava dibistanên Baasê de nekêrhatî ye ku xizmetê ji tenê yek al, yek ziman û yek çand dike û pirrengiya çandî ya Sûriyeyê paşguh dike.

Şehîd Dîlan her roj li benda bavê xwe dima, ji bo ku cil û bergên leşkerî yên wî li xwe bike û wisa gotinên bi coş û dê dema mezin bibe çek rake, digotin.

Şehîd Dîlan ji bo ku ji zîhniyeta baviksalariyê û Baasê ya maf, hebûn û çanda Kurdan qebûl nedikir, xelas bibe û planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan, bê navber û bi lehengî û cesaret tê koşiya.

Kesek ji malbatê li dijî biryara wê ya tevlêbûnê derneket. Berovajî wê, wan şehîd Dîlan teşwîq kir û jê re got tenê bi fedakariyan û şehîdan welat azad dibe.

Li ku derê bihata xwestin, bê teredud û bi fedayî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebatên leşkerî meşandin. Bi zîrekî û rêveberiya xwe ya baş, gelek erkên jê dihatin xwestin, heta dawiyê temam dikirin.

Şehîd Dîlan di nava YPJ`ê de bi xusletên xwe dihat naskirin. Ew çalak, nerm, dilnizim bû, bi hostayî karê xwe dikir, xwedî giyanê fedayî û berpirsyar bû. Di hunera şer de hosta bû.

Şehîd Dîlan erkên xwe bi temamî anîn cih. Ji bo ku axa xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêze, xwe feda kir. Tevî 4 hevalên xwe ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve li Tişrînê şehîd bûn.

Bavê şehîd Dîlan Nîdal Îbrahîm der barê keça xwe de wiha axivî: "Di erkên hêsan de her tim bi min re bû. Hêvî dikir ku bibe şoreşger. Ne mîna keçên din bû, hêvî û xeyalên wê cuda bûn."

Îbrahîm wiha domand: "Li dijî biryara wê derneketim. Berovajî wê, bi kêfxweşî min biryara wê qebûl kir. Ji ber ku min dizanî, ev biryar rast e û mafê wê heye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Min ew teşwîq kir ku ji biryara xwe paşde gav nevêje. Lê her çiqas dijwar be temam bike."

Îbrahîm diyar kir ku piştî şehîd Dîlan tev li YPJ`ê bû, têkilî di navbera wan de qut bû, lê ji şervanan agahî jê digirtin û got: "Keça min, biçûkxistina jinan ji aliyê zîhniyeta baviksalar ve, qebûl nekir. Xwest vê dîtinê biguherîne û cîhanê îqna bike ku jin dikarin çekan rakin û di çeperên şer de, şer bikin."

Di nava malê û hevalên xwe de mîna ku bavê wê wesifandiye, aram û çalak bû, dilgeş, rûken û xwedî vîneke xurt bû, berpirsyariya xwişk û birayên xwe dikir mîna ku ev erk ya wê ye ne ya dê û bavê wê ye.

Îbrahîm wiha domand: "Ji bo ku xwişk û birayên xwe neêşîne, gotinên xwe bi baldarî hildibijartin. Bi islûba xwe ya birêxistinkirî, bi cesareta xwe, hêza wê ya veşartî ku ji çavên wê xuya dibû, hişt her kesê wê bibîne û nas bike, jê re bibe heyran."

Îbrahîm anî ziman ku ew bi şehadeta keça xwe û fedakariyên wê serbilind e û dê rêya wê temam bike. Îbrahîm ev li gotinên xwe zêde kir: "Fedakariyên wê dê her tim di bîr û dîlê me de zindî bin. Ez ê rêya wê û têkoşîna wê heta dawiyê temam bikim. Gavên me mîna wê dê her tim li pêş bin."

Îbrahîm wiha pê de çû: "Dijmin êriş me dike û dixwaze me qir bike, em ê çima li ser mafên xwe bêdeng bin. Fikr, hêz, siyaset û çeka me heye, parastin erka her kesî ye ku divê jê nereve."

Birayê şehîd Dîlan Mihemed jî li ser şopa bav, xwişkên xwe Adar û Dîlanê tev li hêzên Komandos bûye, der barê şehîd Dîlan de wiha axivî: "Şehadeta wê rast bi êş bû lê em bi wê serfiraz in. Ji bo ku gelê xwe xilas bike, canê xwe feda kir. Zanîbû xetereyên rêya ku li ser dimeşe çi ne lê rojekê paş de gav neavêt û nenêrî."

Birayê şehîd Dîlan ê din Ehmed jî got: "Di danûstandinên xwe de nerm û dilgeş bû û şadî li malê belav dikir. Şehadeta di oxira welêt de, mirineke pîroz e, tenê kesên xwedî dilên ji hêsin û vîneke xurt dikarin bigihêjin vê mirinê. Dîlan jî wisa bû."

Ehmed wiha domand: “Tişta herî biha li cem kurdan, xwîna şehîdan e. Wan ji bo me şer kir û têkoşiya. Divê em jî vê deynê bidin û hêviyên wan bi dest bixin. Divê em xiyanetê li fedakariyên wan nekin. Dewleta Tirk dixwze hebûna me tune bike, lê em rê nadin wê."

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê  ragihandibû ku şervanên wê Dîlan Şoreş, Jînda Botan, Watan Dêrazor, Egîd Serêkaniyê û Xerîb Hesekê 25`ê Kanûna 2024`an di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li dijî bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê şehîd bûne.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku destpêkê balafira bêmirov a dewleta Tirk 2 şervan bomebaran kirin, dema şervanên din hewl da wan xelas bikin, careke din ji aliyê balafireke din ve hatin hedefgirtin û şehîd bûn.

QSD`ê di daxuyaniyê de gotibû: "Hevala me Dîlan birîndar bûbû, heval Watan jî ji pişta xwe bi guleya doçkeyê û ji lingê xwe birîndar bûbû, xwe gihand cem şehîd Dîlan û ew rakir ser pişta xwe, lê balafira dijmin, careke din ew kirin hedef û di encamê de şehîd bûn."

(şx/k)

ANHA