Analîzkirina rewşa heyî ya Sûriyeyê û asoyên çareseriyê – Îlhamî EL MILÊCÎ

Analîzkirina rewşa heyî ya Sûriyeyê û asoyên çareseriyê – Îlhamî EL MILÊCÎ
8 ÇILE, 2025   06:10

Ji destpêka bûyerên 2011’an ên li Sûriyeyê ve, Sûriye derbasî qonaxa tundî û parçebûnê bûbû û vê jî bandor li tevahî aliyên jiyanê kir. Tevgera li Sûriyeyê bi daxwaza hin guhartinan dest pê kir, lê bi lez veguherî şerekî bigirêk ê xwedî berjewendiyên xwecih, herêmî û navneteweyî.

Di nav vê krîzê de, tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî zehmetiyên li pêşiyê derketine, bû modeleke serkeftî, di pêkanîna îstîqrara ewlehî û aboriyê de xwe îsbat kir û hevgirtina civakî ya di navbera pêkhateyên herêmê de xurt kir. Lê dîsa jî, Sûriye li ber xaçerêyekê maye ku tê de girîngiya pêkanîna çareseriyên giştî ji bo avakirina dewleteke yegirtî ya ji bo hêviyên tevahî Sûriyeyiyan her diçe mezintir dibe.

REWŞA DAWÎ YA SÛRIYEYÊ

Ev zêdetirî deh salan e krîza Sûriyeyê didome. Hin astengî û zehmetiyên nû derketin holê û vê jî hişt pêwistî bi şîrovekirina rewşê û têgihîştina wê hebe. Ji bo vê şîroveyê û têgihîştinê pêwist e em berê xwe bidin aliyên siyasî, aborî û civakî, ji ber ku ev alî bandorê li Sûriyeyê dikin.

REWŞA SIYASÎd

Di vê dawiyê de, bi taybet piştî serweriya Heyet Tehrîr El Şam li ser desthilata welat, piştî hilweşîna rejîmê, guhartineke dramatîk çêbû. Serokê berê Beşar Esed jî ber bi Rûsya ve reviya û vê jî hişt Sûriye bikeve rewşa tevliheviyeke siyasî ya mezin û nakokiyên hundirîn.

REWŞA ABORÎ

Rewşa aborî ya Sûriyeyê di qeyraneke mezin de ye. Lîreya Sûriyeyê heta asteke mezin nirxê xwe ji dest daye û rêjeya mezinahiya aborî jî zêde bûye. Binesazî wêranbûyî ne û xizmetên sereke wekî tenduristî û perwerdehî di asteke pir xerab de ne. Cezayên aborî jî barê welatiyan girantir kiriye. Hemwextî wê, dewletê heta niha tu çareseriyên serkeftî peyda nekirine.

REWŞA CIVAKÎ

Krîza civakî yek ji encamên sereke yên şer e. Bi mîlyonan welatî penaber û koçber in. Mozaîka civakî jî ji ber parçebûna olî û neteweyî êdî di metirsiyê de ye. Êdî ewlehî û aramî nemaye û xewna vegera li welat, her çû dûrtir bû.

SEDEMÊN HIŞTINE KRÎZ ÇÊBIBIN

Ji bo têgihîştina bingeha krîza Sûriyeyê pêwist e em li sedemên hundirîn û yên derve binêrin. Ev sedem bi awayekî kûr tevlihev bûne. Rejîma berê jî bi kiryarên xwe bingeheke ji bo mezinbûna krîzê danîbû. Destwerdanên ji derve jî krîz veguhastin şerekî berfireh.

SEDEMÊN HUNDIRÎN:

Tunebûna çaksazî û sererastkirinên aborî û siyasî berî sala 2011’an û belavbûna gendeliyê di saziyên dewletê de bûn sedema gurbûna hêrsa gel. Zordariya ewlekarî û paşguhkirina daxwazên gel jî ev rewş aloztir kir û hişt xwepêşandan bibin şerekî çekdarî.

SEDEMÊN DERVE:

Destwerdana hêzên herêmî û navneteweyî krîz kûrtir kir. Berjewendiyên dewletên mezin ên herêmê û destekdayîna ji bo komên çekdar û yên terorîst hişt alozî bibe şerekî di navbera aliyên derve de.

ÇARESERIYÊN JI BO KRÎZÊ

Bi mezinbûna krîza Sûriyeyê û girêkbûna sedemên siyasî, aborî û civakî re, pêwistiya bi çareseriyên berfireh zêde bû. Ev çareserî pêwist e ne demkî bin an jî kêm bin, pêwist e ew li gorî nêrîneke stratejîk ji bo çareserkirina reh û bingehên krîzê û pêdiviyên gel û berjewendiyên aliyan bînin ber hev.

DI ALIYÊ SIYASÎ DE

Bêyî konferanseke nîştîmanî ku tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê di nava xwe de bihewîne, tu çareserî nayên pêkanîn. Pêşîgirtina li destwerdanên ji derve û pêşxistina çareseriyên xwecih wê bibin mifteya çareseriyan.

DI ALIYÊ ABORÎ DE

Lidarxistina bernameyeke navneteweyî ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê tiştekî girîng e. Rakirina cezayên aborî hemwextî pêşketina pêvajoya siyasî jî dê barê welatiyan sivik bike. Handana ji bo îstîsmara xwecih û navneteweyî dê bi awayekî aboriyê ava bike û pêş bixe.

DI ALIYÊ CIVAKÎ DE

Xurtkirina hevgirtina nîştimanî û vegerandina koçber û penaberan wê moazîka civakî wekî berê vegerîne. Ji bo derbaskirina encam û bandorên şer pêwist e bernameyên alîkariya derûnî werin bipêşxistin.

GELO TECRÛBEYA RÊVEBERIYA XWESER WÊ JI BO KRÎZÊ BIBE ÇARESERIYEK?

Li ser tecrûbeya Rêveberiya Xweser gelek nîqaş çêbûn. Ev tecrûbe li ser bingeha rêveberiya xwecIh ku îstîqrara ewlehî û aborî li herêmên xwe pêk tîne, rabûye. Lê belê ev pirs jî heye: gelo eger ev nimûne hat berfirehkirin û li bajarên din ên Sûriyeyê hat pêkanîn, ew ê bikare bibe çareseriyeke giştî ji bo krîzê?

XALÊN ERÊNÎ YÊN TECRÛBEYA RÊVEBERIYA XWESER

Nimûneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî aliyên din, pêşketîtir bû. Hemû pêkhateyan di rêvebirina karûbarên xwe de beşdar bûn û li gorî deverên din ên Sûriyeyê îstîqrara ewlehî û aborî hatibû pêkanîn.

ZEHMETÎ

Li hemberî tecrûbeya Rêveberiya Xweser gelek zehmetî ji gelek aliyan hene. Hikumeta defekto ya Şamê dibîne ku ev nimûne gefê li yekbûna xaka Sûriyeyê dixwe û wê bi cudaxwaziyê gunehbar dike. Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê jî îdia dikin ku ev nimûne gefê li ewlekariya Tirkiyeyê û berjewendiyên wê yên herêmî dixwe. Li kêleka wê, Rêveberiya Xweser li hemberî gef û metirsiyên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê yên ku hewl didin aramî û ewlehiya herêmê têk bibin jî disekine. Ev zehmetî dihêlin Rêveberiya Xweser li hemberî ezmûneke giran rûbirû bimîne.

GENGAZIYA BERFIREHKIRINA NIMÛNEYÊ

Ji bo pêkanîna nimûneya Rêveberiya Xweser li bajarên din ên Sûriyeyê çareserkirina astengiyên sereke pêwist e. Pêwist e ev nimûne li gorî taybetmendiyên her herêmekê were sererastkirin û bi hikumeta navendî re makanîzmên lihevkirinê werin diyarkirin. Pêşketina vê nimûneyê di çarçoveyeke nîştimanî ya yekbûyî de pêşketinê misoger dike û desthilata xwecih jî xurt dike. Her wiha dibe bingeha çareseriyê ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê.

Di dawiyê de em dikarin bibêjin ku krîza Sûriyeyê tevî astengî û zehmetiyan, dîsa jî ji bo çareserkirinê ne girtî ye. Ji bo derbaskirina krîzê pêwistî bi lehengiyeke siyasî û nêrîneke stratejîk li bingehên krîzê heye.

Rêya ber bi pêşeroja Sûriyeyê ve bi yekitiya xebatên xwecih û navnetewetî û xurtkirina diyaloga nîştimanî ya li gorî berjewendiyên gel dest pê dike.

(mh/fr)